Heyva Sora Kurd: Li Kobaniyê 4 zarokan ji ber sermayê canê xwe ji dest da

Heyva Sora Kurd: Li Kobaniyê 4 zarokan ji ber sermayê canê xwe ji dest da

.

A+A-

Dorpêça tund a li ser Kobaniyê ya li Rojavayê Kurdistanê didome û ji ber sermayê 4 zarokan cannê xwe ji dest da.

Hevseroka Heyva Sora Kurd a li Rojavayê Kurdistanê Hediyê Ebdullahê ragihand ku ji ber dorpêç û sermayê "çar zarokan canê xwe ji dest daye.”

Hediyeyê ji Rûdawê re got,"Ji ber dorpêça tund a li ser Kobaniyê, çar zarokan ji ber sermayê li wî bajarî canê xwe ji dest daye."

Çend roj in bajarê Kobaniyê yê li Rojavayê Kurdistanê bi temamî hatiye dorpêçkirin.

Rêyên bajêr ên ber bi derve ve bi temamî hatine girtin; av û kareba derman li ser xelkê hatine birîn.

Li Kobaniyê tevî dorpêç û nebûna sotemenî û dermanan, berfeke zêde bariya ye û vê yekê jî rewşa hemwelatiyan zehmettir kiriye.

Heyva Sora Kurd bi rêya tîmên xwe yên li bajarê Kobaniyê agahî derbarê canjidestdana wan çar zarokan de wergirtiye.

Li gund û bajarên Kobaniyê nêzîkî 150 hezar Kurd dijîn û hefteyeke di bin dorpêça çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ne.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin