Heyva Sor a Kurd: Li Kobaniyê zarokekî din ji ber sermayê canê xwe ji dest da

Heyva Sor a Kurd: Li Kobaniyê zarokekî din ji ber sermayê canê xwe ji dest da

.

A+A-

Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ji ber dorpêç û sermayê zarokekî din ê ji Kobaniyê canê xwe ji dest da.

Bi vê yekê re hejmara zarokên ku li Kobaniyê ji ber sermayê mirine derket 5an.

Hevseroka Heyva Sor da zanîn ku temenê wan di navbera du meh û çar salan de ye.

Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand:

“Ji ber dorpêça li ser Kobaniyê, heta niha 5 zarokan canê xwe ji dest daye ku di nava wan de pitik jî hene.”

"Temenê wan di navbera 2 meh û 4 salan de ye"

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê Hediye Ebdulahê ji Rûdawê re got:

“Beşek ji wan zarokan doh canê xwe ji dest daye; temenê wan 2 meh, 3 meh, 2 sal û 4 sal in.”

Heyva Sor a Kurd diyar kir, “Ji ber daketina pileyên germê, nebûna sotemeniya ji bo germkirinê û kêmbûna pêdiviyên sereke yên tenduristiyê zarokan canê xwe ji dest daye.”

Ev çend roj in bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî hatiye dorpêçkirin, rêyên bajêr ên derve girtî ne û av, elektrîk û derman lê qut bûne.

"Metirsiyeke mezin li ser zarok û nexweşan heye"

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Berdewamiya dorpêçê metirsiyeke mezin û rasterast li ser jiyana zarok, nexweş û kal û pîran çêdike."

Heyva Sor bangî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin da ku dorpêç bişkê û sotemenî û pêdiviyên lezgîn bigihijin bajêr.

Hediye Ebdullahê her wiha ji Rûdawê re got, “Alîkariya me amade ye, tenê rêyeke ewle hebe em dê yekser alîkariyê bigihînin Kobaniyê.”

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed jî îro ji Rûdawê re gotibû:

“Em ji hemû aliyan ve li ser xetê ne ji bo vekirina rêyekê bi armanca gihandina alîkariya bilez bo bajarê Kobaniyê.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin