Heyeteke PSKyê li Amedê seredana PAKê kir

Heyeteke PSKyê li Amedê seredana PAKê kir

.

A+A-

Roja 07.06.2022yêli Amedê heyeteke PSKyê seredana Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê kir.

Heyeta PSKyê jiSerokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek endamên Meclîsa Partîyê ya PSKyê Zukuf Baran, Hîdayet Fîdan, Vedat Dede û rêvebirê PSKyê yê Amedê Nevzat Baykal pêkhatibû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa PAKê Salîh Kaplan, Abdullah Polat û rêvebirê PAKê yê Amedê Îsmaîl Edîşpêşewazîya heyeta PSKyê kirin.

Heyeta PAKê bixêrhatina heyeta PSKyê kir.

Heyeta PSKyê jî  ji bo vê pêşewazîyê spasîya heyeta PAKê kir.

Di hevdîtinê dali ser rewşa Kurdistanê û Tirkîyeyê, li ser peywendîyên herdu partîyan û peywendîyên di navbera hêzên neteweyî da heyetên PAK û PSKyê bîr û rayên xwe bi hevdu ra parve kirin.

Heyeta PSKyê Deklerasyona PSKyê ya ku fikir û pêşniyarîyên PSKyê yên ji bo çareserîya pirsên li Tirkîyeyê û Kurdistanê pêşkêşî PAKê kir. 

Heyetên PAK û PSKyê girîngîya peywendîyên herdu partîyan anîn ziman.

Hevdîtina PAK û PSKyê di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

07.06.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

1-264.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin