Heyeteke PAKê Li Amedê Îadeyî Zîyaret a Partîya Pêşerojê (Gelecek Partisi)  Kir

Heyeteke PAKê Li Amedê Îadeyî Zîyaret a Partîya Pêşerojê (Gelecek Partisi) Kir

.

A+A-

Heyeteke PAKê Li Amedê Îadeyî Zîyaret a Partîya Pêşerojê (Gelecek Partisi) Kir

Heyeteke PAKê ya ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur û Vahit Aba, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Kutbettin Yildiz û rêvebirê Teşkîlata Amedê ya PAKê İsmail Ediş pêk hatî roja 10.11.2021ê seredana Teşkîlata Amedê ya Partîya Pêşerojê (Gelecek Partisi) kir.

Heyeta Gelecek Partisi(Partîya Pêşerojê) ya ji Serokê Teşkîlata Amedê ya Gelecek Partisi Aydin Aytaç û Birevebirên Teşkîlata Amedê ya Gelecek Partisi pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê anî ziman ku weke îadeî zîyaret seredana Partîya Pêşerojê (Gelecek Partisi) dikin.Heyeta Gelecek Partisi(Partîya Pêşerojê) demeke berê li Amedê seredana PAKê kiribû.

Herweha heyeta PAKê di derbarê Daxwazên Lezgînî yên Kurdan de agahdarî da û got pêkanîna Daxwazên Lezgînî yên Kurdan dê derîyê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê veke.

Heyeta Partîya Pêşerojê (Gelecek Partisi) jî ji ber vê seredanê spasîyên xwe pêşkêşî heyeta PAKê kir û di derbarê rewşa Tirkîyeyê û rûdanên van demên dawî de bîr û rayên partîya xwe anîn ziman û xwestin ku peywendiyên herdu partîyan berdewam bibin.

Hevdîtina heyeta PAK û Gelecek Partisi di atmosfereke erênî de derbas bû û herdu alîyan jî girîngîya dîyaloga di navbera herdu partîyan de anîn ziman.

10.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

1-175.jpg2-181.jpg3-177.jpg4-145.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin