
Heyeta Rêveberiya Xweser çû Şamê
.
Heyeta Rêveberiya Xweser, ji bo pêkanîna civîna xwe ya yekem a bi rayedarên desthilata Şamê re çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Heyeta Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna civîna xwe ya yekem a bi rayedarên Hikûmeta Sûriyeyê re çû Şamê
Di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo bicihkirina mercên peymana ku di 10ê Adarê de di navbera HSD û desthilata Şamê de hatî îmzekirin, heyetek Rêveberiya Xweser îro çû Şamê da ku bi rayedarên desthilata Şamê re bicive.
Li gorî nûçeya ANHAyê, di nav heyet de endamên komîteya ku 12ê Nîsanê hat avakirin cih digirin.
Endamên komîteyê wiha ev in: Foza Yûsif, Ebid Hamid El Mihbaş, Ehmed Yûsif, Senherîb Bersûm, Sozdar Hacî û berdevkên komîteyê Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman.
Berdevkên komîteyê jî Meryem Îbrahîm û Yasir Silêman in.
Serdana heyetê ya ji bo Şamê piştî 3 hevdîtinên li Rovayê Kurdistanê pêk hat. Hevdîtina yekemîn di 19ê Adarê de û ya duyemîn 12ê Nîsanê û ya dawîn jî hefteya borî pêk hatibû.
Tê çaverêkirin ku heyeta Rêveberiya Rêveberiya Xweser îşev bi rayedarên desthilata Şamê re bicive.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin