Heyeta PWKyê, Li Stenbolê Seredana HAK-PARê Kir

Heyeta PWKyê, Li Stenbolê Seredana HAK-PARê Kir

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK) Mustafa Ozçelîk, Rêvevebirên PWKyê Kasim Ergun, Mehmet Gul, Orhan Kaya û Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor roja 06.01.2024ê li Stenbolê seredana Partîya Maf û Azadîyan ( HAK-PAR) kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û rêvebirin partîyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Heyeta PWKyê sîyaseta PWKyê ya di derbarê hilbijartinên beledîyeyan yên 2024ê de, pêşkêşî heyeta HAK-PARê kir.

Heyetên HAK-PAR û PWKyê girîngîya hemahengîya di navbera hêzên milî, demokratîk de anîn zimên û di derbarê hilbijartinên beledîyeyan yên 2024ê de, bîr û rayên xwe pêşkêşî hev kirin.

Hevdîtina heyeta PWK û HAK-PARê di atmosfereke dostane berhemdar de derbas bû.

06.01.2024

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê ( PWK)

3-415.jpg2-451.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin