Heyeta PWKyê Li Stenbolê Seredana Alî Çeven Kir

Heyeta PWKyê Li Stenbolê Seredana Alî Çeven Kir

.

A+A-

Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kasim Ergun, Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor û rêvebirê PWKyê Şevket Ozdemîr roja 25.09.2025ê li Stenbolê seredana Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven kirin.

Alî Çeven û rêvebirên komeleyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

 Alî Çeven ji ber ku gotibû "Ez kurd im" mehkemeya Stenbolê di  derbarê wî de doz vekiribû û hatibû girtin. Çend roj berê Alî Çeven hatibû berdan.

Heyeta PWKyê girtina Alî Çeven protesto kir, ji ber tehlîyebûna wî bi xêr hatina wî kir û piştgirîya PWKyê ji bo wî pêşkêş kir.

Alî Çeven jî ji ber seredan û piştgirîyê spasîya heyeta PWKyê kir.

Heyeta PWKyê û rêvebirên Komeleya Pêşengên Kurd di hevdîtinê de, girîngî û pêwîstîya bihevre xebat, hevkarî û dîyaloga di navbera alîyên kurdî de anîn zimên. 

Seredana heyeta PWKyê ya ji bo Alî Çeven û  Komeleya Pêşengên Kurd di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.
25.09.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin