
Heyeta PWKyê Li Parlamentoya Danîmarkyê Bi Hevpeymanîya Lîberal a Danîmarkayê Re Hevdîtin Pêk Anî
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji bo peywendîyên bi hinek partîyên Danîmarkî û li dar xistina semînerekê li Danîmarkayê ye.
Di çerçoweya vê seredanê de, roja 26.11.2025ê, li Parlamentoya Danîmarkayê, Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Merd Baran Boskan, Berpirsê Komîteya Danîmarkayê ya PWKyê Adnan Axacan û endama Komîteya Danîmarkayê ya PWKyê Selma Akar bi bi Berpirsê Komîsyona Peywendîyên Derve a Hevpeymanîya Lîberal a Danîmarkayê Lars-Christan Brask re hevdîtinek pêk anîn.
Hevpeymanîya Lîberal nuha di Parlamentoya Danîmarkayê de xwedî 15 kursîyan e û piştgirên koalisyona alîyên rast ên di Hikûmeta Danîmarkayê ya nuha ne.
Heyeta PWKyê di derbarê çareserîya pirsa kurd û Kurdistane, daxwazên acîl ên miletê Kurd, doza girtinê ya di derbarê PWKyê; li ser rewşa Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê agahdarî da û di van waran de bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Heyeta PWKyê bal kişand ser helwesta Dewlet Tirkîyeyê ya ku şerh danîye ser gelek peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye û pêwîstîyên wan bi cîh nayne.
Heyeta PWKyê di derbarê ‘’pêvajoya nû’’ ya ku nuha li Tirkîyeyê tê meşandin, agahdarî da û bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Heyeta PWKyê, girîngî û rola gel û Dewleta Danîmarkayê ya di derbarê piştgirîya mafên neteweyî yên miletê Kurd anîn zimên û bal kişand ser wê yekê ku Dewleta Danîmarkayê û dewletên Ewropayê divê bi awakî xurtir piştgirîya mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û mirovî yên miletê Kurd bikin.
Nûnerê Hevpeymanîya Lîberal jî derbarê siyaset û xebatên partîya xwe yên di warê mafên miletê Kurd û pêkanîna demokrasîya li Tirkîyeyê de anî zimên.
Nûnerê Hevpeymanîya Lîberal girîngî û berdewamîya peywendîyên wan ên li gel PWKyê anîn zimên.
Heyeta PWKyê jî ji bo van hevdîtinan spasîya Hevpeymanîya Lîberal kir û girîngiya peywendîyên bi herdu alîyan anî zimên.
Hevdîtinên heyeta PWKyê û Hevpeymanîya Lîberal di atmosfereke samîmî û berhemdar de bi dawî hat.
26.11.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin