Heyeta PWKyê Li Parisê Beşdarî Bibîranîna Dr. Abdûrahman Qasimlo Bû

Heyeta PWKyê Li Parisê Beşdarî Bibîranîna Dr. Abdûrahman Qasimlo Bû

.

A+A-

Heyeta PWKyê Li Parisê Beşdarî Bibîranîna Dr. Abdûrahman Qasimlo Bû

Roja 13.07.2025ê li Parîsê, li qebrîstana ku cenazeyê  Dr.Abdurahman Qasimlo û hevalên wî lê hatine veşartin, merasîmeke bibîranînê hate li dar xistin. 

Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) ev merasîma bibîranînê organîze kir.

Li gel revebir û endamên PDK-Îranê, hinek partîyên sîyasî, Serokê Enstîtuya Kurd ya Parîsê Kendal Nezan, gelek kesayetên kurd û girseyeke mezin beşdarî vê bibîranînê bûn.

Rêvebir û endamên Komîteya Fransayê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî beşdarî bibîranînê bûn û li ser navê PWKyê destegulek danîn ser qebrê Dr.Abdurahman Qasimlo.

Di bibîranînê de li ser navê PDK-Îranê axaftinek hate kirin.

Li ser navê PWKyê  endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Dìyar Kurdî Çeçan jî axaftinek kir.

Ev jî axaftina Dîyar Kurdî Çeçan e.
.............

Em Dr. Abdûrahman Qasimlo û Hemû Şehîdên Kurdistanê Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin

Dr. Abdûrahman Qasimlo li her çar perçeyên Kurdistanê û di nav kurdên cîhanê de kesayet û rêberekî qebûlbar ê neteweyî, niştimanî bû.

Dr. Abdûrahman Qasimlo di 15 salîya xwe de beşdarî nav refên doza azadîya Kurdistanê bûye.

Dr. Abdûrahman Qasimlo ne bes sîyasetmedarek bû. Dr. Abdûrahman Qasimlo kesayetekî jîr û zana bû, bi 7 zimanî dizanîbû.

Ew, mamosteyê unîwersîteyê bû, ekonomîstekî baş, lêkolînerekî zanistî, nivîskar, rewşenbîr û dîplomatek bû.

Dr. Abdûrahman Qasimlo herweha pêşmerge, fermandar û rêberekî bi tecrube û hêja bû.

Dr. Abdûrahman Qasimlo Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê bû.

Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên xwe gava civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên Dewleta Îranê re li dar dixistin, roja 13ê Temûza 1989ê, li Wîyenayê, ji alîyê sîxurên Dewleta Îranê ve tûşî komployê bûn û hatin qetil kirin.

Mixabin, Dewleta Awûstûryayê, di derbarê qesas û plangerên vê qetlîamê de tu doz venekirîye.

Belê, Dr. Abdurahman Qasimlo ne bes ji kîsê PDKÎyê, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê çû.

Dewleta Îranê berîya qetil kirina Qazî Muhammed, Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestîye têkoşîna azadîya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikaribûye rê li ber têkoşîna azaya gelê me bigre.

Helbete ku bi wê hişmendîya damezrandina Komara Kurdistanê, ew mîrasa têkoşîna neteweyî ya ku Dr. Qasimlo ji Pêşewa Qazî Mihemed û rêberên gelê Kurdistanê dewr stendibû, ew alaya ku Pêşewa Qazî Muhammed li Meydana Çarçirayê hildabû, îro li her çar  perçeyên Kurdistanê jî ,di destên pêşmerge û têkoşer û kedkarên  qehreman de ji bo azadîya Kurdistanê li ba dibe.

Dr.Abdurahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna doza azadîya Kurdistanê de dijîn.

Em Dr. Abdûrrahman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

whatsapp-image-2025-07-13-at-19-53-16-1.jpegwhatsapp-image-2025-07-13-at-19-53-17.jpegwhatsapp-image-2025-07-13-at-19-53-17-1.jpegwhatsapp-image-2025-07-13-at-19-53-17-3.jpegwhatsapp-image-2025-07-13-at-19-53-16.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin