Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Seredana Mezelê Mele Mustafa Barzanîyê Nemir Kir!

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Seredana Mezelê Mele Mustafa Barzanîyê Nemir Kir!

.

A+A-

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 17.11.2023yê li Barzan seredana mezelê nemiran Mele Mustafa Barzanî û Îdrîs Barzanî kirin.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî Rêzdar Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê Baran Boskan, Endamê Meclîsa Partîyê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Orhan Kaya, Endama Meclîsa Partîyê û endama Komîteya Ewropayê Seval Mert, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PWKyê Temo Ayas pêk hatibû.

Endamê Rêvberîya Mekteb Elaqat a PDKyê Nîzar Botanî li gel heyeta PWKyê beşdarî seredana mezelê nemiran bû.

Rêzdar Şêx Xelat Barzanî yê Nûnere Rêzdar Serok Mesûd Barzanî pêşewazîya heyeta PWKê kir û ji bo vê seredanê bixêrhatina heyetê kir, spasîya xwe anî ziman.

Heyeta PWKyê çelengeke gulan danî ser mezelê nemiran, fatîha xwendin.

Li ser navê heyetê Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, di derbarê jîyan, têkoşîn, girîngî û rola Mele Mustafa Barzanîyê nemir ya di doza azadîya her çar perçeyên Kurdistanê de kurte axaftinek kir. Mustafa Ozçelîk got: ‘’Jîyana Mele Mustafa Barzanîyê nemir, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ya di sedsala 20an de ye’’ .

Piştî seredana ser mezelê nemiran, heyeta PWKyê seredana Muzeya Niştimanî ya Barzanî kir. Midûrê Giştî yê Muzeya Niştimanî ya Barzanî Rêzdar Amed Demîrhan, li gel heyeta PWKyê li Muzeyê gerîya û di derbarê berhem û wêneyên li muzeyê hatine pêşandan agahdarî da heyetê.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, ji bo vê pêşewazîya germ û dostane spasîya Xelat Barzanî kir û seredan bi dawî hat.

17.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

7-138.jpg6-184.jpg5-242.jpg4-321.jpg3-407.jpg2-443.jpg1-389.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin