Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Li Hewlêrê Seredana ENKS, PDKS, PYKSyê Kir

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Li Hewlêrê Seredana ENKS, PDKS, PYKSyê Kir

.

A+A-

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 15.11.2023yê li Hewlêrê seredana ENKS, PDKS, PYKSyê kir.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê Baran Boskan, Endamê Meclîsa Partîyê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Orhan Kaya, Endama Meclîsa Partîyê û endama Komîteya Ewropayê Seval Mert pêk hatibû.

Li Ofîsa ENKSyê ya Hewlêrê Nûnerê ENKSyê yê Hewlêrê Salih Cemîl li gel rêveberên ENKSyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Li Ofîsa PDK-S(Partîya Demokrat a Kurdistana Sûrîyê) ya Hewlêrê, Endamê Polîtburoya PDK-Syê Kamûran Haco, Endamê Polîtburoya û Berpirsê Ofîsa Peywendîyên Niştimanî li Herêma Kurdistanê ya PDK-Syê Seîd Omer û endamê Komîteya Navendî ya PDK-Syê Mihemed Şêrîn pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Li Ofîsa PYK-S (Partîyî Yekitî Kurdistanî-Sûrya) ya Hewlêrê Endamê Polîtburoya PYK-Syê Îbrahîm Buro, Endamê Polîtburo û Nûnerê Herêma Kurdistanêyê PYK-Syê Newaf Reşîd, Endamê Polîtburo û Berpirsê Ragehandinê yê PYK-Syê Îsmaîl Reşîd pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk di her hevdîtinekê de, ji ber van pêşewazîna spasîya ENKS, PDK-S û PYK-Syê kir û heyeta partîya xwe da nasîn.

Rêzdar Mustafa Ozçelîk di derbarê kongreya damezrandina PWKyê û bîr û bawerî û sîyasetên wê de , di derbarê bernameya PWKyê ya ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê û daxwazên acîl yên miletê Kurd û rewşa Bakurê Kurdistanê de agahdarî da.

Endamên heyeta PWKyê Mehmet Can Azbay, Vahît Aba, Baran Boskan, Seval Mert û Orhan Kaya jî di derbarê xebat û bîr û bawerîyên PWKyê agahdarî dan.

Nûnerên ENKSyê jî di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û xebatên ENKSyê de agahdarî dan, bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Di van hevdîtinan de, heyetên PWKyê û heyetên ENKS, PDK-S û PYK-Syê rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û rûdanên li Rojhilata Navîn de nirxandin, bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Peywendî û hemahengîya di nevbera PWKyê û ENKS, PDK-S û PYK-Syê de jî mijareke din ya van hevdîtinan bû.

Hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel Nûnerên ENKSyê de di atmosfereke berhemdar de bidawî hat.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

1-388.jpg2-442.jpg3-406.jpg4-320.jpg5-241.jpg6-183.jpg7-137.jpg8-108.jpg9-086.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin