Heyeta PAKê Li Amedê Seredana DTSOyê Kir

Heyeta PAKê Li Amedê Seredana DTSOyê Kir

.

A+A-

Heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 18.04.2022yê li Amedê seredana DTSO(Dîyarbakir Tîcaret ve Sanayî Odasi-Odeya Tîcaretê û Pîşesazîyê ya Dîyarbakirê) kir.

Heyeta PAKê ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Vahît Aba, Endamên Komîteya Birevebir a PAKê Nezîhe Karahan û Mîrza Akar, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran pêk hatibû.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Cîhgirên Serokê DTSOyê Erdal Avşar û Ercan Tayinlamak pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê, ji ber vê pêşewazîyê spasîya Mehmet Kaya û rêvebirên DTSOyê kir.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û heyeta DTSOyê jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê û heyeta DTSOyê di derbarê rewşa Kurdistanê, Tirkîyeyê û herêmê bîr û rayên xwe bi hevdu re parve kirin. Bi taybetî jî ji bo li ser daxwazên acîl ên kurdan , bi potansîyeleke berfireh terefê kurd bê ava kirin, herdu heyetan jî bîr û ray û pêşeniyarîyên hevbeş anîn ziman.

Hevdîtina heyata PAKê û heyeta DTSOyê di atmosfereke dostane , berhemdar û erênî de derbas bû.

18.04.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin