Heyeta KURD-KAVê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

Heyeta KURD-KAVê Li Amedê Seredana PWKyê Kir

.

A+A-

Heyeta KURD-KAVê(Weqfa Çand û Lêkolînê ya Kurd) roja 26.01.2024ê li Amedê seredana PWKyê kir.

Heyeta KURD-KAVê ji Serokê Giştî yê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara û rêvebirên KURD-KAVê Semra Arcan Gokçen, Ercan Îlgîn, Koroglu Karaaslan pêk hatibû.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk û rêvebirên PWKyê pêşewazîya heyeta KURD-KAVê kirin.

Heyeta KURD-KAVê di derbarê xebatên KURD-KAVê de agahdarî da û pêwîstîya dîyalog, bihevrexebat, alîkarî û pêştgirîya hemû alîyên kurdan yên ji bo ziman û çand û tarîxa kurdan de anî zimên.

Heyeta PWKyê jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta KURD-KAVê kir û piştgirîya xwe ji bo vê pêşniyarîya KURD-KAVê anî zimên.

Hevdîtina heyetên KURD-KAV û PWKyê di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

26.01.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin