Heyeta Hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê Seredana Amed Sporê Kirin

Heyeta Hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê Seredana Amed Sporê Kirin

.

A+A-

Heyeteke hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê roja pêncşemê, 09.03.2023yê, li Amedê seredana Amed Sporê kir.

Heyeta hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, Berdevkê TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin û rêvebirên TDK-TEVGERê û PAKê Nezîhe Karahan, Îsmaîl Ay, Husnu Onûk, Mehmet Alî Yilmaz, Şerîf Karakûrt, Ramazan Kahramaner pêkhatibû.

Serokê Kûluba Amed Sporê Selahattîn Yildirim, Endamê Komîteya Rêveber a Amed Sporê Azad Dag, Midûrê Tesîsên Amed Sporê Mahmût Bûdakçi pêşewazîya heyeta hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê kirin.

Heyeta vevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê ji ber vê pêşewazîyê spasîya serok û rêvebirên Amed Sporê kir.

Heyeta hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê , wan êrîş û tehdîten ku li Bûrsayê bi awayê fizîkî, bidevkî û û bi wênyî li Amed Sporê hatine kirin şermezar kirin û gotin ‘’Em li gel Amed Sporê ne’’.

Herweha heyeta hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê ev nêrînên xwe anîn zimên ‘’Li himberî van êrîş û tehdîtan hemû alîyên hestyar ên civatêli gel Amed Sporê bûn yek, ev jî cîhê dilxweşîyê ye. Ev êrîş û tehdîtên ku hatine kirin, berhema wê hişmendîya nîjadpereste û nîşana helwesta ku li ser dijayetîya kurdan hatîye avakirin e. Ev , tehdît û plan û provokasyoneke hêzên tarî ye; hilgirtina wêneyê YEŞÎLê ku yek ji mesûlê Faîlên Meçhûlan e û wêneyê otomobîla ku sembola Faîlî Meçhûlan e jî vê plana hêzên tarî nîşan dide’’.

Serokê Kûluba Amed Sporê Selahattîn Yildirim ji ber vê seredan û piştgirîyê spasîya xwe pêşkêşî heyeta hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê kir.

Serokê Amed Sporê Selahattîn Yildirim weha axivî ‘’Êrîşkeran şeva berîya maçê dest bi êrîş û tehdîtên xwe kirin û di berdewamîya maçê da jî van êrîşan berdewam kirin. Piştî ku maç qedîya, alîgir, rêvebir û fûtbolîstên Bûrsa Sporê bi hevra êrîş birin ser odeya cil guhertinê ya fûtbolîstên Amedê Sporê. Me di vê derbarê da îtîraz û serîlêdanên pêwîst li Federasyona Fûtbolê û dadgehê kirîye. Nuha em li benda encamên van serîlêdanên xwe ne. Helbete ku emê bi tu awayî li himber êrîşên bi vî rengî serê xwe netewînin, emê di rêya xwe da berdewam bin. Ji ber vê piştgirîya bi wate û mezin em spasîya gelê xwe, spasîya hemû alîyên hestyar dikin’’.

Hevdîtina heyeta hevbeş a TDK-TEVGERê û PAKê ya li gel Serok û rêvbirên Amed Sporê di atmosfereke dostane û germ da derbas bû.

2-403.jpg1-351.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin