Heyder Şeşo: Hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de xemsar e

Heyder Şeşo: Hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de xemsar e

.

A+A-

 Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê ragihand, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê di berjewendiya xelkê Şingalê de ye, lê hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina rêkeftinê de xemsar e.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta berê ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî de hatiye îmzekirin, lê heta niha ew rêkeftin nehatiye cîbicîkirin.

Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê amje bi wê kir, hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de xemsar e, divê serokwezîrê niha yê Iraqê pabendî rêkeftinê be.

Heyder Şeşo got: “Cîbicîkirina rêkeftinê dê aramiyê li Şingalê vegerîne”. Herwiha wî bang li penaberan kir ku vegerin ser cih û warên xwe, da ku zextê li hikûmeta Iraqê bikin da ku rêkeftinê cîbicî bike.

Ev yek di demekê de ye, Endamê Komîteya Koçberan a Parlamentoya Iraqê Şerîf Silêman îro 6ê Adarê ji K24ê re got: “4 sal in ew zextê li hikûmeta Iraqê dikin ku rêkeftinê cîbicî bike. Me gelek caran ji Sûdanî re gotiye ku hemû desthilata wî ji bo cibicîkirinê peymanê heye, lê çima ew cibicî nake, lê wî heta niha sedem diyar nekiriye.”

Roja 9ê Cotmeha 2020ê di bin çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî de, li Bexdayê rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin.

1- Hilbijartina qaymeqamê nû.

2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike.

3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû.

4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grûpên ku pêwendiya wan pê re heye.

5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin.

6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Piştî 3 sal û şeş mehan ji rêkeftinê, heta niha hikûmeta Iraqê ti xalên rêkeftinê cîbicî nekiriye. Li şûna wê, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Wezareta Perwerdeya Iraqê bi girtina kamp û dibistanên li Herêma Kurdistanê, hewl didin koçberan neçar bikin ku vegerin ser cih û warên xwe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin