HEWLÊR - Zêdetir ji sê hezar ciwan û xwendekaran beşdarî bernameya Dr. Aras bûn

HEWLÊR - Zêdetir ji sê hezar ciwan û xwendekaran beşdarî bernameya Dr. Aras bûn

.

A+A-

Bernameya Dr. Aras li Hewlêrê bi beşdariya zêdetirî 3 hezar ciwan û xwendekaran bi rê ve çû.

Ji sedî 37ê beşdarên bernameya Dr. Aras Commuityê ji parêzgeha Hewlêrê bûn.

Beriya niha jî bernameya Dr. Aras li li Dihok û Kerkûkê bi beşdariya bi hezaran kesan bi rê ve çûbû.

Dr. Aras Community ji bo belavkirina hişyariya tendirustiyê derfetek e.

Herwiha bername derfetê dide xwendekar, ciwan û xwebexşên Kurdistanê ku li gor cîh, çand û jîngehên cuda ku jê tên, roleke zêdetir bilîzin û beşdarî avakirina ramana bernameyê bibn.

Di Dr. Aras Communityê de, xwendekar û xwebexş beşdarî plansazkirin, pêkanîn û çêkirina bernameyan ji bo gihîştina welatiyan dibin.

Yekemîn bernameya Dr. Aras 3yê Sibatê li Dihokê bi beşdariya zêdetirî 1000 ciwan, xwendekar hate lidarxistin.

“Me Dr. Aras Community ji bo xizmeta Kurdistanê ava kir”

Dr Aras Bradostî di yekemîn bernameya xwe ya li Duhokê de sedemên ragihandina wê projeyê eşkere kir û got:

“Ev du sal in em li ser projeyeke neteweyî ya mezin li seranserê Kurdistanê dixebitin û Dihokê dikin bingeha sereke ya projeyê.

Ji ber ku Dihok dibe bingeha her projeyekê, ew proje dê ji sedî 100 bi ser bikeve, lewra me Dr. Aras Community ji bo xizmeta Kurdistanê ava kir û em dê ji Duhokê dest pê bikin.”

Yek ji armancên projeya Dr. Aras Community kêmkirina asta nexweşiyên neveguhêz ên ku dikarin pêşî lê bigirin e.

Dr. Aras Bradostî wiha got, “Ji sedî 70ê mirinên li cîhanê nexweşiyên neveguhêz in ku hin ji wan qelewbûn, nexweşiyên dil, şekir, tansiyona bilind û hemî nexweşiyên kronîk in lê mirov dikar pêşî li piraniya van nexweşiyan bigire.” 

Duyemîn bernameya Dr. Aras Community li Kerkûkê bû û zêdetirî 2000 ciwan, xwendekaran tê de beşdar bûn.

Tenê li Kerkûkê zêdetirî 6000 ciwanan navê xwe li Dr. Aras Community tomar kir.

Bernameya Dr Aras Community bû cihê kêfxweşiya ciwan û xwendekaran.

“Li Kerkûkê pêwîstiya me pir bi çalakiyên wiha heye”

Xwebexşa tenduristiyê Şehle Kerîmê got, “Em wekî xwendekarên Kerkûkê heta niha bernameyê pir baş dibînin û gelek ciwanên Kerkûkê beşdar dibin.

Li bajarê Kerkûkê pêwîstiya me pir bi çalakiyên wiha heye da ku em biakribin bi van çalakiyan sûdê ji sektora tenduristiyê wergirin.”

“Jîngeha Kerkûkê ne jîngeheke paqij e”

Endamê Dr. Aras Communityê Elî Şêrzad jî wiha anî ziman, “Jîngeha Kerkûkê ne jîngeheke paqij e, bi vê ajandaya Dr. Aras em dixwazin civaka tenduristiyê ya Kerkûkê ber bi civakeke baştir û paqijtir ve bibin.”

Bernameya Dr. Aras îro li Hewlêrê bi beşdariya zêdetirî 3 hezar ciwan û xwendekaran bi rê ve çû.

Ji sedî 37ê beşdarvanên bernameya Dr. Aras Commuity ji parêzgeha Hewlêrê bûn.

“Em ji xwe dest pê bikin”

Xwendekara pola çaremîn a bijîşkiyê Şîba Mihemedî jî diyar kir ku zêdetirî 3 hezar kesan beşdarî bernameya Dr. Aras a Hewlêrê dibin û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û wiha got, “Em ji xwe dest pê bikin.”

Heta niha zêdetirî 27 hezar ciwan û xwendekaran beşdarî bernameya Dr. Aras bûne, ji sedî 69ê beşdaran jin pêk tînin û ji 91ê qeydkirî di bin 23 salî de ne.

Bernameyên Dr. Aras dê li her bajar, bajarok û qezayên Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

Hinek amarên bernameyên Dr. Aras bi vî rengî ne:

- Ji sedî 69ê beşdaran jin pêk tînin

- Temenê hemû beşdaran di bin 25 salî de ye

- Temenê ji sedî 91ê beşdaran di bin 23 saî de ye

- Ji sedî 21,3yê beşdaran ji parêzgeha Dihokî ne

- Ji sedî 37 beşdaran ji parêzgeha Hewlêrê ne.

- Ji sedî 18,7ê beşdaran ji parêzgeha Kerkûkê ne.

- Ji sedî 23yê beşdaran ji Helebce û Silêmaniyê ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin