'Hewlêr û Bexdayê ji bo hinartina petrolê peymaneke nû îmze kir'

'Hewlêr û Bexdayê ji bo hinartina petrolê peymaneke nû îmze kir'

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên diyar kir ku astengiya li pêşiya hinartina petrolê, pirsgirêka di navbera Bexda û Hewlêrê de ye.

Husên herwiha got, “Berî du rojan, di navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê de peymaneke petrolê hatiye îmzekirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên beşdarî 54emîn Foruma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) ya li Davosa Swîsreyê bû.

Fuad Husên di Forumê de, bersiv da pirsên li ser êrişa li Hewlêrê, hinartina petrola Kurdistanê û geşedanên li herêmê.

Husên bal kişand ser êrişa dewleta Îranê ya li Hewlêrê û got “Îranê peymana ewlehiyê, bin pê kiriye."

Herwiha Husên got, “Îraq naxwaze bi Îranê re pirsgirêk hebin. Em hewl didin bi diyalogê çareser bikin lê ew mûşekan bikar tînin.”

Wezîrê Karên Derve Fuad Husên diyar kir ku Îraq ji ber nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de gelekî zirar dîtiye û got:

“Me ji her du welatan re jî koordînasyonê dabîn kir. Di şerê li dijî DAIŞê de, em bûn hevkarê Amerîkayê.

Vê yekê gelekî alîkariya Îraqê kir. Ji ber vê yekê jî em spasdarê Amerîkayê ne.”

Husên anî ziman, “Em dixwazin bi hemû welatan re pêwendiyên saxlem deynin lê nakokiya Îran û Amerîkayê bandorê li welatê me jî kir.

Kêmkirina nakokiyên di navbera her du aliyan de, dê li gorî berjewendiyên me be.”

"Amerîka ji bo gotûbêjkirina vekişînê amade ye"

Husên bi bîr xist ku Amerîka li ser daxwaza Îraqê hatiye welêt û got:

“Em bi wan re axivîn. Eger Îraq nexwaze ew ji bo gotûbêjkirina vekişandina hêzên xwe amade ne.”

Husên destnîşan kir ku di gelek waran de bi taybetî di warê siyasî û aborî de pêwendiyên Îraqê yên bi Amerîkayê re baş in.

Îraq û Îranê, 19ê Adara 2023yan li Bexdayê, peymana ewlehiyê ya hevpar îmze kir.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim el-Erecî û Sekreterê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Îranê yê wê demê Elî Şemxanî bi awayekî hevpar peyman îmza kiribû.

Di peymanê de ewlehî, parastina sînorê hevpar û koordînasyona hebûna partiyên Rojhilatî yên Kurd ên li Herêma Kurdistanê hebûn.

Hinartina petrola Kurdistanê

Husên bal kişand ser pêwendiyên di navbera Tirkiye - Îraqê de û hinartina petrola Kurdistanê ya bi rêya Ceyhanê û wiha berdewam kir:

“Beriya çend hefteyan em bi şandeyeke payebilind a Îraqê re çûn Enqereyê. Hevdîtinên erênî pêk hatin.

Yek ji rojeva me ya sereke hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya ber bi Ceyhanê ve bû.

Heya niha di bender û boriyê de ti pirsgirêk nîne. Ji bo hinartina petrolê amade ne.

Lewra pirsgirêk di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye.”

Husên herwiha got, “Berî du rojan, di navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê de rêkeftinek li ser mijara petrolê hat îmzekirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 13-14ê Kanûna Paşîn li Bexdayê, di serî de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, bi hemû aliyên siyasî yên Îraqê re civiyabû.

Di civînan da rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraqê, pêşhatên dawî yên herêmê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyên ketine destê Rûdawê, peymana petrolê ya ku Fuad Husên behs dike wê demê hatiye îmzekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin