Hewlêr û Bexda: Hincetên Îranê bêbingeh in

Hewlêr û Bexda: Hincetên Îranê bêbingeh in

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed spasiya Serokê Lijneya Lêkolînê Hakim Zamilî kir ji bo lêkolîna rastiyan li ser mûşekbarana ser bajarê Hewlêr û Kurdistan24ê.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed spasiya Serokê Lijneya Lêkolînê Hakim Zamilî kir ji bo lêkolîna rastiyan li ser mûşekbarana ser bajarê Hewlêr û Kurdistan24ê û ragihand; civîna îro ya Encûmena Nûneran, amajeyek e ji bo nêzîkbûna hev a navbera Hewlêr û Bexdayê.

Rêber Ehmed di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Hakim Zamilş piştî civîna Parlamentoya Iraqê li ser raporta lijneya lêkolînê ya mûşekbaranê hat û diyar kir: “Destdirêjiya ser her devereke Iraqê, destdirêjiya ser temamê welat e.”

Herwiha diyar kir; serweriya Iraqê bi ti awayî nabe destdirêjî lê were kirin û hemû aliyan mil bi milê hev ji bo bersivdana vê hinceta bêbingeh û ji rastiyan dûr, radiwestin, ku ji bo destdirêjîkirina ser deverekê tînin, ku cihê niştecîbûna sivîlan e û ti bingeh û baregeh li wê deverê tune ye ku bûye armanca mûşekbaranê û tiştê ku li ser vê mijarê têne gotin, ji hemû rastiyan dûr in.

Rêber Ehmed destnîşan kir; şanda li ser asta hikûmet û parlamentoya Iraqê di çend rojên borî de serdana Herêma Kurdistanê kir û lêkolîn li cihê mûşekbaranê kir, gihîştin rastiyeke gelek zelal ku ew devera hatiye êrîşkirin, cihê mana veberhênerekî Iraqî û malbata wî ye û ew kesekî naskirî û diyar e li ser asta Iraqê, ne tenê Herêma Kurdistanê, pêwendiyên wî yên gelek baş ligel veberhênerên din ên Iraqê hene.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin