Hewlêr, Bexda û kompanyayên petrolê li ser hinartina petrolê li hev kir

Hewlêr, Bexda û kompanyayên petrolê li ser hinartina petrolê li hev kir

.

A+A-

 Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Îraqê û kompanyayên petrolê li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê li hev kir ku ev yek di warê derengketina mûçeyan de astengiyeke serekî bû.

Lihevkirin îro hat îmzekirin. Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl ragihand ku sibe dê lihevkirin ji bo pesendkirinê pêşkêşî Lijneya Wezîran a Îraqê were kirin.

Petrol dê kengî were hinartin?

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, piştî pesendkirina Lijneya Wezîran a Îraqê, dê dest bi hinartina petrolê were kirin.

Ji bo hinartina petrolê ti pirsgirêkên teknîkî nemane û tenê erêkirina Lijneya Wezîran maye.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku dibe ku sibe li Lijneya Wezîran gotûbêj li ser dosyeya dahata nepetrolî ya Herêma Kurdistanê jî were kirin.

Çarenivîsa mûçeyan

Nûçegihanê Rûdawê derbarê mûçeyên mehên 7 û 8an ên Herêma Kurdistanê got:

"Piştî lihevkirina li ser petrolê, niha top di meydana Lijneya Wezîran a Îraqê de ye ji bo şandina pereyan."

Berpirsekî Lijneya Wezîran a Îraqê ji Rûdawê re got ku di rojeva civînê de nîne lê "dibe ku sibe wekî paşpirtik were zêdekirin û were pesendkirin."

Heta îro hikûmeta Îraqê bi hinceta neşandina petrol û dahatên nepetrolî, mûçeyên mehên tîrmeh, tebax û Îlonê ji bo Herêma Kurdistanê neşandiye.

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya ku rojane nêzîkî 400 hezar bermîl bû, ji Adara 2023yan ve bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Tê çaverêkirin ku piştî vê lihevkirinê, pirsgirêka mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê jî were çareserkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin