Hewla duristkirina yek lîstê li Kerkûkê didin

Hewla duristkirina yek lîstê li Kerkûkê didin

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihand, ew ji bo hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li gel yek lîstê ne û kar jî bo paşxistina hilbijartinan dikin.

A+A-

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihand, ew ji bo hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ligel yek lîstê ne û kar jî bo paşxistina hilbijartinan dikin.

15 partî û aliyên Kurdî biryar dane ku bi yek lîstê beşdarî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibin, di nava wan partiyan de jî PDK û YNKê hene, wek du partiyên xwedî pêgeheke bihêz û camewerekî berfireh li bajêr.

Biryar e jî ew her du rêbertiya lîstê bikin, ev jî di rewşa ku hilbijartin dereng nekeve, ji ber ku niha rewşa Kerkûkê ne asayî û hin hêzên siyasî daxwaza derengxistina dema dengdanê dikin.

Berpirsên PDKê KAR  ji bo derengxistina hilbijartinê dikin, asayîkirina rewşa Kerkûkê bûye mercê PDKê ji bo beşdarî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibe.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran di wê derbarê de ragihand, Kerkûk bajarekî dagîrkirî ye û rewşa wê nehatiye asayîkirin, dengdar nikarin bi azadî dengên xwe bikar bînin. Herwiha PDKê jî nikare bangeşeya hilbijartinan bike, ji ber baregehên wê dagîrkirî ne.

Parlemana Iraqê biryar daye di meha Nîsana 2020an de li tevahiya bajarên Iraqê û parêzgeha Kerkûkê jî hilbijartina Encûmena Parêzgehan birêve biçe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin