Hevserokê MSDê: Tirkiye cûdakariyeke nijadperest pilan dike

Hevserokê MSDê: Tirkiye cûdakariyeke nijadperest pilan dike

.

A+A-

Berî çend rojan serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan gotibû ew dê milyonek penaberên Sûriyê vegerînin deverên Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de ne. Hevserokê MSDê Riyad Derar got “Tirkiye cûdakariyeke nijadperest pilan dike.”

Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar derbarê pilana Tirkiyê ya vegerandina penaberên Sûriyê de got ku ev karê Tirkiyê cûdakariyeke nijadpereste û ji bo berjewendiyên xwe dike.

Derar got ku Tirkiyê pilana xwe ya guhertina demografîk ku li Efrînê daye destpêkirin, dixwaze li herêmên din jî pêk pîne û ev yek wê pirsgirêkên civakî yên mezin derxîne û welatiyên Sûriyê dê bihaya wê bidin.

Herwiha Derar destnîşan kir ku ev helwesta Tirkiyê li xweşa hikûmeta Sûriyê jî hatiye ku bi hezaran welatiyên Sûriyê koçber kirine.

Hevserokê MSDê Dirar diyar kir ku Tirkiyê bi berdewamî Ewropayê bi koçberan tehdîd dike û ev yek dihêle ku welatên Ewropayê li hemberî çalakiyên Tirkiyê bêdeng bimînin û Tirkiyê ji destpêkê ve dosya penaberan weke dosyeke siyasî bikar tîne û li gorî berjewendiyên xwe dide xebitandin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku ji destpêkê ve pêdagir bû li ser wê yekê ku koçberên Sûrî bo welatên wan neyên vegerandin bi nêzîkbûna hilbijartinan û li ser nerazîbûnên gel di van demên dawî de helwêsta xwe ya berammber koçberan guheriye û behsa planên vegerandina wan koçberan bo welatê wan dike.

Erdogan herî dawî roja roja 3ê Gulana 2022ê bi awayek online beşdarî vekirina projeya çêkirina çend xaniyan li bajarê Idlibê yê Sûriyê bû ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li wir amade bû. Erdogan di axaftina xwe ya bi rêya vîdeokonfaransê de ragihand, ku ew hewil didin bo vegerandina 1 milyon koçberên Sûrî li 13 deveran xaniyan ava bikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin