Hevpeyvîna taybet a Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kanala El-Şerq Newsê re

Hevpeyvîna taybet a Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kanala El-Şerq Newsê re

.

A+A-

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Me bi YNKê re li ser ecêndaya kabîneya bê li hev kiriye û em hêvîdar in ku kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bê avakirin.” Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa mûçeyan de jî tekez kir, “Li gorî destûrê, mafê xelkî ye ku mûçeyên xwe bê derengmayîn werbigirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 26ê Tîrmeha 2025ê) di hevpeyvînekê de bi kanala El-Şerq Newsê re li ser êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar got ku, ew naxwaze û nikare li şûna êrîşkeran di vî warî de biaxive û daxuyaniyan bide, ka çima di vê demê de êrîşên bi dronan li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kirine, lê bê guman ev yek bi peymanên enerjiyê yên ku Herêma Kurdistanê bi şîrketên Amerîkayî re kirine re hevdem in û paşî ev hemî dê piştî ragihandina encamên lêkolînan bên eşkerekirin.

 

“Em li benda encamên lêkolînên girêdayî êrîşên li ser zeviyên petrolê ne”

Di derheqa êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê de got ku, lêkolîn di vî warî berdewam in, ji bo ku ew kes û aliyên li pişt wan êrîşan in bên eşkerekirin. Hin agahdariyên berfireh jî hene ka kî li pişt wan êrîşan e, lê ew li benda encamên lêkolînên komîteya taybet in, ku diyar e kî li pişt wan êrîşan e, lê ev ji bo wê komîteyê û encamên dawiyê yên lîkolînan hatiye hiştin.

 

“Em bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re di hevahengiyê de ne”

Amaje jî da ku, bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, hikûmeta federal û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê re di peywendiyê de ne û hevahengîkar in û lêkolînan dikin ku bi eşkereyî bizanin kî li pişt wan êrîşan e, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê fikireke pir baş heye û bi tena serê xwe jî naxwaze di vî warî de daxuyaniyan bide, belkî vê yekê diparêzin heta ku encamên dawiyê yên lêkolînan bên ragihandin.

 

“Me bi YNKê re li ser ecêndaya kabîneya bê li hev kiriye”

Li ser pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, wan li ser kar û bernameyên hikûmeta nû li hev kiriye ku dê bibe bingeha berdewamiya kabîneya borî an jî hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê. Niha danûstandin li ser hin postên hikûmetê ne, xasma jî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, û ew hêvî dikin ku bigihîjin encamekê ku bi dilê hemiyan be û bi encamên hilbijartinan re lihevhatî be.

 

“Êrîş ligel peymanên Herêma Kurdistanê yên bi şîrketên Amerîkayî re hevdem bûn”

Li ser dema wan êrîşên ku bi veberhênana biyanî ya li nav zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê re hevdem in jî got ku, ew naxwaze û nikare li şûna êrîşkeran di vî warî de biaxive û daxuyaniyan bide, ka çima di vê demê de êrîşên bi dronan li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kirine, lê bê guman ev yek bi peymanên enerjiyê yên ku Herêma Kurdistanê bi şîrketên Amerîkayî re kirine re hevdem in û paşî ev hemî dê piştî ragihandina encamên lêkolînan bên eşkerekirin.

 

“Em amade ne qanûna nû ya petrolê ligel Bexdayê nîqaş bikin”

Li ser bikaranîna mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê diyar kir, ku di nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de wekî kartek siyasî tê bikaranîn. Herwesa got, “Li gorî qanûn û destûra Iraqê, mafê mûçexueran e ku bêyî derengketin mûçeyên xwe werbigirin.”

Tekez jî kir ku, mûçexurên Herêma Kurdistanê li gorî qanûn û destûrê maf heye ku bêyî çi derengketin û pirsgirêkekê mûçeyên xwe di wextê xwe de werbigirin.

Herwesa nîgeraniya xwe diyar kir ku, mijara mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê bûye karteke siyasî. Herwesa got, "Ev nayê qebûlkirin ji ber ku heta Dadgeha Federal jî li ser mûçeyan biryar daye û tekez kiriye ku nabe mûçe bibe parek ji hevrikiyên navbera Bexda û Hewlêrê.

Herwesa got, “Tevî ku qanûn, destûr û Dadgeha Federal jî piştgiriyê didin şandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, lê mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê sê mehan dereng ketin û berî çend rojan tenê mûçeyên meha Gulanê ji aliyê Bexdayê ve hatine xerckirin.”

Amaje jî da ku, Wezareta Darayî ya Federal hatiye nav hûrguliyên mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê, ku ev yek jî binpêkirina destûra Iraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye.

Tekez jî kir, “Çareseriya destûrî ya vê pirsgirêkê ew e ku, di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser para Herêma Kurdistanê ji budçeya federal a bê lihevkirinek çê bibe.” Herwesa got, "Em amade ne ku qanûna nû ya petrolê bi Bexdayê re nîqaş bikin." Bal kêşa ser wê yekê jî ku, Hewler bizavê dike ku bi Bexdayê re hevkar û hevaheng be da ku petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike.”

Herwesa li ser êrîşên bi droneyan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên ewlehiyê dizanin kî li pişt wan êrîşan e, lê ew baş dibînin ku li benda encamên lêkolînên aliyên peywendîdar bin.” Herwesa got ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştrastî ve di vî warî de bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û Hikûmeta Iraqê re di hevahengiyê de ye.

Di derheqa aloziyên li deverê de jî tekez kir ku, her aloziyeke ewlehiyê li deverê dê bandoreke neyînî li ser her kesî bike.

Herwesa di derheqa têkiliyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî û Îranê de got, “Peywendiyên me bi Riyazê re pir baş û dîrokî ne. Herwesa Hewler rêzê li têkiliyên xwe yên bi Tehranê û welatên cîran re digire û naxwaze bibe gef ji bo tu welatên cîranên xwe û parek ji arêşeyên di navbera Îran û Îsraîlê de nebû.

Di derheqa Sûriyeyê de jî got, “Divê Şam deriyên xwe ji bo Kurdan veke û daxwazên Kurdên Sûriyeyê bi cîh bîne.”

 

“Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê cihekî ewle ye”

Tekez jî kir ku, ew li dijî êrîşên bi dronan e û naxwaze tenahî û ewlehiya deverê bê şêwandin û jîngeha veberhênanê bê têkdan.

Di derheqa rola Herêma Kurdistanê di vî warî de jî got, “Herêma Kurdistanê bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û Amerîkayê re hevahengî heye û ew hevpeyman in, lewma Herêma Kurdistanê dê bi dana haydariyan bi wan re pişkdar bibe û pêşwaziya hevahengiyên wan jî dike, xasma jî ji bo şopandin û lêkolînan li ser wan êrîşên ku li ser zeviyên petrolê yên ku ji hêla şîrketên Amerîkayî ve tên çavdêrîkirin û birêvebirin.”

Tekez jî kir, “Ji ber vê yekê, pir normal e ku Herêma Kurdistanê bi hemî aliyan re di peywendiyê de be û hevahengiyê bike, xasma jî bi rayedarên Amerîkayê û Hikûmeta Federal a Iraqê re.”

Amaje jî da, "Herêma Kurdistanê rêzê li bizav û alîkariyên her aliyekî ji bo rawestandina wan êrîşên ku li ser zevî û dezgehên Herêma Kurdistanê tên kirin digire, ji ber ku Herêma Kurdistanê naxwaze tenê ji hêla aborî ve serkeftî bimîne, belkî bi piştrastî ve ew dê bizavê ji bo zêdetir vejandin û avedankirinê bike û tekezê li ser wê yekê dike ku ji bo veberhênanê bibe aramtirîn û tenatirîn cih.”

 

“Herêma Kurdistanê li devereke aloz her dem cihekî ewle bûye”

Li ser rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bi giştî û di bin siya aloziyên deverê û metirsiyên ihtîmala vegera rêkxistina DAIŞê ji bo meydanan û ji nû ve çalakbûna şaneyên nivistî yên wê rêxistinê bal kêşa ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê li beranberî deverên din her dem bi rêjeyeke zêdtir aram û tena ye, tevî ku tevahiya deverê ji aliyê ewlehiyê ve ne tena ye, lê Herêma Kurdistanê aram e û heta gelek welatiyên Iraqê jî xwe tê de diparêzin û aramiyê hîs dikin, lê bi giştî ev nayê wê wateyê ku DAIŞ û tundrêtî bi dawî bûne.

Herwesa got, "DAIŞê heta niha jî şaneyên nivistî hene, ne li Herêma Kurdistanê, lê li tevahiya deverê ew şane hene û divê ew bi baldarî bên şopandin. Ji bo vê armancê jî, Herêma Kurdistanê bi dost û hevpeymanên xwe re di têkilî û hevahengiyê de ye, da ku DAIŞ û komên tundrê qet venegerin meydanan û tiştê ku wan di demên borî de kiriye dubare nekin.”

 

“Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşengiya pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê dike”

Di derheqa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê û biryara wê ya çekdananê û serederiya Herêma Kurdistanê di vî warî de got, “Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşengiya pêvajoya aştiyê dike û hevdîtinên di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKKê de dike û peyama Abdullah Ocalan di derheqa çekdanîna PKKê de bi pêngaveke girîng dibîne.”

Herwesa got, “Herêma Kurdistanê dixwaze hevrikî û arêşe û alozî bên bidawîanîn, xasma jî ku Herêma Kurdistanê ji wan hevrikî û pirsgirêkan gelek nexweşî dîtine, bi awayekî ku heta niha nekariye 80 gundên Kurdistanê ji ber wan hevrikiyan ji nû ve ava bikin.”

 

“Em hêvîdar in kabîneya dehê berî hilbijartinên Iraqê bê avakirina”

Li ser têkiliya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û avakirina Hikûmeta Iraqê ya bê de piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran, ku biryar e li Cotmeha îsal bên kirin, xasma jî ku tê gotin Sune vê carê daxwaza postê Serokkomarî dikin û li beranberî wê jî postê Serokê Encûmena Nûneran bi Kurdan bê dan got, "Pêvajoya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê û bi awayekî rasterast bi hilbijartinên Iraqê ve girêdayî nîne."

Herwesa ragihand ku, ew dixwazin kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bê avakirin.”

Amaje jî da, "Iraq ji sê pêkhateyên sereke pêk tê: Erebên Şîe, Erebên Sune û Kurd, lê Tirkmen, Xiristiyan, Kildanî û Asûrî jî hene, ji ber vê yekê jî nabe ku desthilata rêveberiyê tenê di destê pêkhateyeke diyarkirî de be û yên din jî tevlîbûneke sembolîk hebe."

Tekez jî kir, “Kurd dixwazin desthilatdar bin û yek ji sê serokatiyan di destê wan de be. Ev jî pîver e. Di derheqa postê Serokkomarî de, Kurdan di dema borî de ew post wergirtiye û em dixwazin berdewam be.” Ev jî ji bo piştrastkirina wê rastiyê ku Kurd li Iraqê pêkhateyeke sereke ne."

 

“Hewlêr amade ye ligel Bexdayê bo danana qanûna petrol û gazê hevaheng be”

Li ser mijara petrolê û rawestandina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê û herwesa daxwaza Tirkiyeyê ji bo peymaneke nû û tevgir bi Hikûmeta Iraqê re li ser petrolê got, “Peymaneke demdirêj di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li ser ITP ya hêla veguhastina petrolê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de heye, ku li sala 2026ê diqede.”

Amaje jî da, “Niha ew Biryar di destê Tirkiyeyê de ye ka gelo ew dixwaze peymana bi Bexdayê re bimîne an jî berevajî. Tê gotin ku Tirkiye naxwaze wê peymanê her bi şertên biha nû bike. Tirkiyeyê hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ranewestandiye, lê Dadgeha Federal a Iraqê fermana rawestandina wê daye, piştî ku Wezareta Petrolê ya Iraqê gilî kir û Dadgeha Fransayê jî ew biryar da.”

Tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê amade ye ku bi Bexdayê re ji bo danan û nivîsandina qanûna petrol û gazê hevaheng be, lê hikûmeta Iraqê ji sala 2007ê ve di vî warî de xemsar bûye. Eger Iraq bibe xwediyê qanûna petrolê, ew dê ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên mayî yên di navbera Hewler û Bexdayê de pêngaveke baş be.”

Çavkanî: K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin