
Hevpeyvîna Rojnameya Agirî di gel Mihemedsalih Qadirî derheqî Navenda Diyalog a 7 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê
Hevpeyvîn digel: MihemedsalihQadirî
Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzade
"Qadirî di bersivên xwe de balê dikişîne ser çend xalên stratejîk ên pir girîng"
* Di demekê de ku Îran di yek ji qonaxên herî hestiyar ên dîroka xwe de ye, çima yekbûna partiyên Kurdî ne wekî hilbijartinekê, lê wekî pêdiviyeke siyasî ya lezgîn tê hesibandin?
Ger em felsefe û hebûna partiyên siyasî yên Kurd wek amûrekê bibînin ku li ser bingeha xizmeta ji bo armancên neteweyî û nîştimanî ya gel hatibin avakirin, yan jî ger em ji rojên reş û geş yên dîroka tevgera Kurdistanê dersê wergrin; hingê em dikarin vê rastiyê bibînin ku her demekê ku Kurd û partiyên Kurdistanê yekgirtî bûne, hingê karîne serkeftinên mezin bi dest bixin û xizmeta gelê Kurd bikin. Berewajê wê jî her demekê ku Kurd netifaq û bir birî û piralîtî bûye, gelê me tim û tim şikestî û belengaz maye. Lewma yekîtî wekî pêdiviyeke heyatî êdî ne tenê "bijarteyek" e, lê ji bo man û nemanê wekî "nan û avê" pêdiviyeke lezgîn e. Dîroka Kurdistanê ev rastî nîşan daye ku her serkeftinek bi yekîtiyê û her şikestinek bi perçebûnê re hatiye. Ji ber dîtna wan rastiyan, di vê qonaxa hestiyar a ku niha Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê de ne, yekgirtin û komxebatî bo partî û saziyên civaka Rojhilatê Kurdistanê û gelê Kurd bi giştî, ji oksîjenê bêtir pêwîst e û ew yekgirtin wê ji bo qedera gelê Kurd û Kurdistanê di hember gef, astengî û alingariyên cuda yên siyasî û ewlehiyê de, bikare berjewendiyên gelê Kurd biparêze.
* Yekbûna ku îro gelekî behsa wê tê kirin, divê li ser çi prensîb û daxwazan bê avakirin? Gelo partiyên Kurd ji bo qonaxa niha ya Îranê bernameyeke hevpar û zelal amade kirine, an hîn di qonaxa diyalog û daxuyaniyan de ne?
Baştirîn yekbûn ew e ku li ser bingeha parastina berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd û Kurdistanê were avakirin., lê bawerim hemû partiyên siyasî, cuda ji bîrubawer û îdeolojiyên taybetî ên xwe, divê bi mekanîzmayeke demokratîk li ser bidestxistina serweriya gelê Kurd wekî "stratejiya hevpar" li hev bikin. Ev yek divê ji bo hemûyan xala sereke û prensîba giştî a komxebatê be. Ji bo bersiva beşa din a pirsyarê dikarim bêjim her çend hêşta Navenda Diyalog çi projeyeke nivîskî û platformeke hevbeş a pratîkî nexistiye rojevê û ev yek wekî kêmasiyekê tê nîşandan, lê hewldan ji bo lihevkirna li ser platformek hevbeş hene û pêdiviye aliyên Navenda Diyalog bi hevre reşnûs û projeyek nivîskî hazir bikin û li gor wê bi plan û pirojeyên rêxistinkirî ji daxuyaniyan ve ber bi kiryarên pratîkî û bernameyeke siyasî ya berfireh herin.
* Yekgirtina partiyên Kurdî dê çi guhertineke pratîkî di hevsengiya hêzê ya opozîsyona giştî ya Îranê de çêbike? Gelo bi vê yekgirtinê Kurd dikarin bibin alternatîfeke bihêz?
Pir zelal e ku yekgirtina partiyên siyasî berî her tiştî bandorê li yekgirtin û çalakbûna civaka me dike. Herwisa dema ku hêzên siyasî û civak li ser gotareke (discourse) hevpar li hev bikin, hingê ew yekgirtin di qada kiryarê de jî dibe xwedî bandor û di hevsengiya danûstandinan bi hêzên opozîsyona Îranê re yan jî di qada dîplomasiya navneteweyî de îtbar û giranahiya xwe dibe û ev yek dibe sedema bihêzbûna pêgeha tevgera Kurdistanê. Her kes dizane heta Kurd nebin yek, ne di nav opozîsyona giştî ya Îranê de û ne jî di qada navneteweyî de nabin xwedî wê giranahiya ku heq dikin. Yekîtî kurdan dike lîstikvanekî (actor) sereke ku kes nikaribe di nexşerêya pêşerojê de wan paşguh bike. Bi vî rengî, di her nexşerêyeke ku bo pêşeroja Îranê were danîn, neçar dibin hesabê li ser armanc û daxwazên gelê Kurd bikin. Wê demê hêzên Kurdî wek ekterek xwedê rol, bi qaweta yekbûna xwe û piştgiriya gelê xwe, karibin di hevkêşeyên siyasî û biryardayîn li ser mijarên girêdayî bi doza Kurdistan û Îranê bibin beşek ji karekterên meydanî.
* Ger ev yekgirtin li gorî plan û bernameyekê neyê avakirin, encam an jî zirarên wê dê çi bin?
Tecrubeyên ku me ji serhildana "Jin, Jiyan, Azadî", yan ji raperîna 1991’ê ya Başûrê Kurdistanê û her weisa ji rewşa îro ya Rojavayê Kurdistanê wergirtine, nîşan didin ku tu serkeftin bêyî yekgirtinê pêknaye. Di heman demê de her yekgirtinek jî ku bê plan û bername be, mîna "dîwarê li ser cemedê" ye; dê zû hilweşe û nikaribe bandoreke mayînde bike. Lewma hewce ye partiyên Kurdistanê bi plan û pirojeyên rêxistinkirî bin. Zirara bêbernameyî ne tenê gumanê dixe ser setratîj û hişmendiya partiyan û baweriya gel bi wan kêm dike, belkî bandora herî mezin li qedera gel û welatê me dike. Ev yek dibe sedem ku em nekaribin ji derfetên dîrokî sûdê wergirin û gelê xwe ji gefên heyî biparêzin.
* Birêz Qadirî wekî pirsa dawî; em dizanin ku niha "Navenda Diyalogê" bo hevkariya di navbera 7 partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de hatiye avakirin. Ev Navend niha heta çi astê bersivder e û çi pêngavên erênî avêtine?
Avabûna vê Navenda Diyalogê di vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn û Îranê de, bo gelê me wekî Melhem û nojdariyekê ye ji bo giyanê parçebûyî ê tevgera Rojhilatê Kurdistanê. Avabûna vê Navendê bû sedema wê yekê ku gel ji nerazîbûn û bêhêvîtiya ku ji partiyên siyasiye xwe hebûn, ber bi mûral û hêviyekê herin ku êdî di hember rejîma dagîrkar a Îranê de xwe tenê û parçe parçe nebînin. Avabûna vê Navendê di gava yekê de kariye wê valahiya siyasî teje bike ku li ser rêya yek gotariya netewî dibû asteng. Bawerim domdariya vê Navendê wê alîkar be ku ji niha û pêve emê bi gotareke yekgirtî bi opozîsyon û welatên zilhêz re bikevin diyalogê. Lewma avabûna "Navenda Diyalogê" di demeke wiha hestiyar de zerûretek bû ku valahiyê pitî pitîbûnêî tije bike û bibe sekoya yekgirtî a daxwazên gelê me li Rojhilata Kurdistanê. Her çend ev Navend hêşta nû ye û hêj reşnivîsa nexşerêyeke stratejîk a hevpar li dijî rejîmê û çarçoweya armancên siyasî ên gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bi temamî amade nekiriye, lê avabûna wê pêngaveke pir girîng e û bawerim ger hemû alî bi berpirsyarî tevbigerin, ev Navend dikare bibe platform û bereyeke bi bandor ji bo pêşeroja gelê me li Rojhilatê Kurdistanê.
Agirî- Sîmîn Rûhanîzade:
Gelek spas bo rêzdar Mihemedsalih Qadirî ji bo bersivdana van pirsyararan
Çavkanî: Kurdistan Media

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin