Hevpeymaniya Navneteweyî: Em pêşwaziya peymana Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê dikin

Hevpeymaniya Navneteweyî: Em pêşwaziya peymana Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê dikin

.

A+A-

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ragihand: Em qurbaniyên HSDê yên di şerê li dijî DAIŞê de bilind dinirxînin û serpişka karên me jî veguhestia girtiyên DAIŞê ye.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê îro (Duşem, 9ê Sibata 2026ê) ragihand: Em pêşwaziya peymana tevgir a di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dikin, ku agirbesta herdemî û rêkarên yekkirina hêzên leşkerî li Sûriyeyê vedigire.

Hevpeymaniya Navneteweyî herwesa got: Em rêzê li qurbaniyên Hêzên HSDê yên di şerê li dijî DAIŞê de digirin. Herwesa endamên wê hevpeymaniyê amadebûna xwe ji bo karkirina nêzîk bi Hikûmeta Sûriyeyê re nîşan dan û welatên din jî teşwîq kirin ku, piştgiriya rasterast ji bo bizavên Sûriye û Iraqê dabîn bikin.

Hevpeymaniya navbirî eşkere jî kir: Malbatên çekdarên DAIŞê yên ku li kampên Hol û Rojê ne divê vegerin welatên xwe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin