Hevkarî ya Holanda bi konferansekî Jenosîda Helebçe bibîranî!

Hevkarî ya Holanda bi konferansekî Jenosîda Helebçe bibîranî!

.

A+A-

Hevkarî ya Holanda bi konferansekî Jenosîda Helebçe bibîrhanî!

Îro 16 adara 2024an ji bona bibirhanîna 36 salîya Jenosîda Helebçe yê li ser nave Hevkarîya partîyên Kurdistanî li Hollanda yê konferansek hat lidarxistin.

Amadekarîya, bername û birêvebirina konferansê ji alîyê komîteya Partîya Welatparêzên Kurdistanê-PWK Hollandayê ve birêve çû.

Konferans li avayîya komeleya KOÇ-KAK li bajarê Arnhemê pêkhat. Ji herçar perçeyên Kurdistanê  bi beşdarbûnîyek berfireh amade bûn. 

Konferan bi moderatorîya Ferhat Boskan destpêkir. Bixêrhatina mêvanan û rawestana rêzgirtina nemirê Jenosîda Helebçe, enfalan û hemî şehîdên têkoşîna azadîya Kurdistan û bi sirûda netewî Ey Reqîb dest pêkir.

Bername bi pêxistina 5 mûmên mezin ji bona rûmetgirtina 5 hezar şehîdên Jenosîtê û bi dehan mûman ji alêyê beşdaran ve di ber pêşkêşkirna wêneyên vê jenosîdê bi rêya bîmer ve û danîna çend gurzên gulan ve hat domandin.

Li ser navê Hevkarîyê Merd Baran Boskan gotarek pêkêşê beşdaran kir.

Di vê gotarê de  li ser demajoya avabûnîya Dewleta Îraqê û pêre  têkoşîn berxwedanên Kurdistanê û êrîşkarî û hovîtîyên desthilatdarîya Mêtinkarên Îraqê hanî ziman.
Tevî vê behsa bi pêşketina teknolojîyê û encamên wê yên bidestketina pêşxistinên çekên komkujîyê bi taybet çekên kîmyayî, jehrî û çekên atomî.
Ji herçar perçeyên Kurdistanê de çend mînakên komkujîyên ku ji alîyê mêtinkaran ve li ser kurdistanîyan pêkhatine raxist ber çavan.

Herweha, demajoya jenosîda Helebçeyê û enfalê û encamên wê hanî ziman. Pêre hinek rê û rêbazên bidestxistina çekên kîmyayî ku Mêtinkarê Îraqê bidest xistibûn diyar kir . Bandora şîrketên Hollandî Melhemîe û KBS Hollanda ku amadekarên sereke yên van kîmyayîbûn
Dawîya sê kujerên sereke yên van komkujî enfalan Sedam Huseyin, Elî mecîdî û Frans van Anraat ê Hollandî 
Konferan bi çend mesajên beşdaran ve bi dawî hat.

 

Rûpela nû/Holanda

whatsapp-image-2024-03-17-at-12-30-51.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-12-30-51-1.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-12-30-51-2.jpegwhatsapp-image-2024-03-17-at-12-30-52.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin