Hêvîn Silêman: Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hîn jî 4 xalên kontrolê mane

Hêvîn Silêman: Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hîn jî 4 xalên kontrolê mane

.

A+A-

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ragihand ku hîn jî 4 xalên kontrolê yên li derdora her du taxên Kurdan mane.

Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 1ê Nîsana 2025an derbarê taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê peymanek îmze kiribû ku vekişîna hêzên leşkerî û pevguhertina girtiyan li xwe digirt.

Lê heta niha jî dorpêça li ser her du taxan carinan didome.

Hikûmeta Sûriyeyê 3 rêbendên li derdora Şêx Meqûd û Eşrefiyeyê rakirin ku di bi navê “ewlehiyê rêyan” de hatibûn danîn.

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêman li ser mijarê jî ji Rûdawê re axivî.

Hêvînê piştrast kir ku hikûmeta Şamê 3 rêbendên li derdora her du taxên Kurdan ên Helebê rakirine.

Wê her wiha da zanîn ku rêbendên Siriyan, Cezîrê û Ewaridê hatine rakirin lê hin jî 4 rêbendên hikûmeta Şamê mane.

Bi gotina Hevînê biryar hatiye dayîn ku ew her çar rêbend jî bên rakirin.

Hevîn Silêmanê her wiha eşkere kir ku ji bo pêkanîna Peymana 1ê Nîsanê dê bi rayêdarên hikûmeta Şamê re hevdîtinên wan çêbibin da ku rê bên vekirin û sotemenî derbasî taxan bibe.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin