Hevdîtinên PDK û YNKê li ser posta Serokomariya Iraqê berdewam in

Hevdîtinên PDK û YNKê li ser posta Serokomariya Iraqê berdewam in

.

A+A-

Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê 7ê meha bê, ji bo hilbijartina  Serokomarê welat diyar kir. Hevdîtinên di navbera partiyên Kurdî de jî berdewam in û PDK dixwaze vê carê posta Serokomariyê ji bo berbijêrê wê be.

Hilbijartina Serokomar

Şaxewan Ebdulla, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, dibêje, “Madeya 70 ya destûra Iraqê du ger danîne, gera yekem bi dengê 220 parlamenteran  Serokomar tê hilbijartin, gera duyem jî kî bêhtira dengan bidest bixe di nav wan herdu berbijêrên ku dimînin ew dibe Serokomarê Iraqê.”

Ji hilweşîna desthilata Beisê ve li Iraqê postê  Serokomariyê para Kurdan e û di nav Kurdan de jî Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê ew post birêve dibir.

`Ev demokrasî ye`

Piştî 17 salan, Partiya Demokrat a Kurdistanê dixwaze postê  Serokomariyê werbigire û wê postê wek mafê xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî şandeke wê li Bexdayê bi danûstandinan ve mijûl e.

Viyan Sebrî, Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, diyar dike, “Demokrasî ev e; her aliyek hewl dide û em jî hewl didin û hêvîdar im em dê wê hejmarê werbigirin ku birêz Hoşyar Zêbarî bibe Serokomarê Iraqê.”

Berpirsên YNKê, PDKê bi şikandina yekrêziya Kurdan tohmetdar dikin û berpirsên partiyê jî bi heman awayî.

Kîjan partî nêzikî kîjan alî ye?

PDKê hevtêgehiştinek ligel Sedir û Suneyan heye û ji wan hêvîdar e. YNK jî nêzîkî Çarçoveya Hevahengiyê ye.

Herwiha bi çûna hevserokê xwe bo Bexdayê dixwaze dengên piraniya parlamenterên Iraqê ji bo berbijêrê xwe bidest bixe.

`Dê ziyan bigihîne me`

Herêm Kemal Axa, Serokê Firaksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê, “Nedibû bi vî awayî ji bo posta  Serokomariyê, piranî bê ferz kirin, ku di pêşerojê de ziyanê digehîne me. Herwiha nedibû ew ên ku di demên borî de hevpeymanên me yên stratejîk bûn bo mafên me yên di destûrê de û ew mafên ku me bidest xistine bibin destpêkek ji bo pirsgirêk û dijayetiya daxawazên xelkê Kurdistanê.”

Hemû çav li civîna 7ê meha bê dibin ku berbijêrê PDKê Hoşyar Zebarî diçe Koşka Selam, yan jî berbijêrê YNKê Berhem Salih di wê koşkê de dimîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin