
Heta niha çendîn welatan daxwaza derketina welatiyên xwe ji Îranê kirine
.
Pêka dawî raporên belavbûy, çendîn welatên cîhanê daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku bi lezgînî ji Îranê derkevin û bi xelkê xwe jî hûşdarî dane ku ji serdan û çon bo Îranê, xwe biparêzin.
Pêka amaran heta niha welatên wek “Amerîka, Kanada, Birîtaniya, Alman, Firanse, Ustarliya, Japon, Lehistan, Îtaliya, Spaniya, Holend, Swêd, Norwêj, Danmark, Biljîk, Swîs, Otrîş û Sirbiya”yê bi xelkê xwe ragihandine ku ji serdana Îranê biparêzin û yên li Îranê de jî ta ku derfet heye, bi lezgînî ji Îranê derkevin.
Hejmarek ji wan welatan jî çendîn caran ev huşdarîdana dubare kirine û heta Ustraliyayê huşdariya asta 4 li vê derheqê de ragihandiye.
Beşek ji wan welatan bi xelkê xwe gotine ku li egera pêşhatên nexwestî de renge nekarin xizmetguzariyên kunsûlî jî bo wan dabîn bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin