Heşdî Şeibî berpirsyariya êrîşa Sefareta Behrênê girt serxwe!

Heşdî Şeibî berpirsyariya êrîşa Sefareta Behrênê girt serxwe!

Hêzeke milîsên Heşdî Şeibî berpirsyariya xwe ya êrîşa sefareta Behrênê ya li Bexdayê ragehand.

A+A-

Hêzeke milîsên Heşdî Şeibî berpirsyariya xwe ya êrîşa sefareta Behrênê ya li Bexdayê ragehand.

Îro 29.06.2019ê berdevkê milîsên Hizbullah a Iraqê Cehfer Husênî ji malpera Rûsî ya RT re ragehand, êrîşa li ser sefareta Behrênê karekî asayî bûye, ji ber wî welatî xiyanet li Qudisê kiriye.

Cehfer Husênî ragehand, piraniya wan kesên beşdarî xwepêşandanê kirine, ser bi milîsên Hizbullah a Iraqê ne, ku bi agahdariya hêza milîs ve beşdar bûne û êrîş kirine ser sefareta Behrênê ya li Bexdayê.

Roja 27.06.2019ê êvari nêzîkî 200 kesan li pêş sefareta Behrênê ya li Bexdayê xwepêşandanek pêkanîn û piştî şewitandina Al a Îsraîlê li pêş sefaretê êrîş kirin ser avahiya sefaretê.

 

      

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin