Hêrsa li hemberî destdirêjî û zewaca zarokeke 6 salî zêde dibe

Hêrsa li hemberî destdirêjî û zewaca zarokeke 6 salî zêde dibe

.

A+A-

Piştî derket holê, ku Damezrînerê Weqfa Hiranurê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yunus Ziya Gumuşel, keça xwe di 6 saliyê de  zewicandiye, ev yek di raya giştî ya Tirkiyê de bû sedema hêrseke mezin. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ragihand ku ew jî beşdarî doza bi îdiaya "îstîsmara zayendî ya li dijî zarokekê" hatiye vekirin dibin. Herwiha derbarê heman mijarê de partiyên siyasî li pey hev daxuyanî dan.

Keça Damezrînerê Weqfa Hiranurê Yusuf Ziya ya bi navê H.K.G ragihand ku bavê wê, di 6 saliya wê de, ew bi melayekî re "zewicandiye" û di zarokatiya xwe de, her roj rûbirûyê destdirêjiya cinsî bûye, lewma li dijî bavê xwe doz vekir.

Li gor nûçeya BirGunê, H.K.G ku di 6 saliya xwe de bi murîdekî 29 salî re hatiye zewicandin, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku “îstîsmara zayendî” ji wê re weke lîstikekê hatiye nîşandan.

Eşkerebûna bûyerê bû sedema nerazîbûn û hêrseke mezin a raya giştî.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê  ku der barê mijarê de ragihand ku ew jî beşdarî doza hatine vekirin de dibin.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê  dibêje: “Di hin dezgehên medyayê de nûçeyên ku dibêjin ‘H.K.G di 6 saliya xwe de rastî îstîsmara zayendî hatiye’ me jî pêwîst dît ku vê daxuyaniyê bidin. Em wek Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî em jî beşdarî doza ‘bi îdiaya îstîsmara zayendî ya li dijî zarokekê’ ya li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê dibin. Pêvajo dê ji aliyê Wezareta me ve ji nêz ve were şopandin û dê her cure piştgiriya hiqûqî ji mexdûran re bê dayîn.”

Nerazîbûna siyasetmedaran

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Alî Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê bûyerê de daxuyanî dan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de dibêje: “Em nûçeyên di çapemeniyê de ku zarokek di 6 saliya xwe de rastî îstîsmara zayendî hatiye, ji nêz ve dişopînin. Em îstîsmara zarokan şermezar dikin. Îstîsmara zarokan sûcekî lanetkirî ye ku tu carî nayê efûkirin.”

Em dê bi qurbaniyan re bin û her cure piştgiriyê bidin wan. Kî mexdûr be em pê re ne; kî sûcdar be jî em li dijî wî/wê ne. Em di wê baweriyê de ne ku di pêvajoya hiqûqî ya berdewam de dê berjewendiyên zarokên me li ber çavan bên girtin. Em dê pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopînin. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî derbarê mijarê de daxuyanî da û dê tevlî doza ku li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê hat vekirin bibe.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li hemberî vê mijarê berteke tund nîşan da û got: “Zarokeke 6 salî! Kesên ku vî karî dikin û  kesên ku çavê xwe jê re digirin, kesên ku sistema wê saz dikin bêrûmet û bêheysiyet in! Ew dê rûbirûyê bêrûmetî û bêheysiyetiyê bêne kirin! Hûn dê rûbirûyê tişta ku heq dikin bibin!”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî got: Di bin navê civata olî de, tişta li zarokeke biçûk a 6 salî hatiye jiyandin; ev feraseteke mezin e, gemar e û tam tecawiz e! Em dê ti carî destûrê nedin ku ev pîsîtî were nixumandin! Em dê her tim zarokên xwe ji hemû destên qirêj biparêzin!”

Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Alî Babacan jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Îstîsmarkirina zarokeke 6 salî pîsîtî û zilm e. Ji vê re eşkere tê gotin tecawiz. Em li cem H.K.G ya ku bi hemû hêza xwe li edaletê digere. Heta îstismara zarokan ji van xakan nemîne em dê têkoşîna xwe bidomînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin