Hengaw: Îranê, Hoşyar Şabani û Omid Ahmedpûr ên Kurd girtin û kes ciyê wan nizane

Hengaw: Îranê, Hoşyar Şabani û Omid Ahmedpûr ên Kurd girtin û kes ciyê wan nizane

.

A+A-

 Li gor ragihandina Komela Mafên Mirovan ya Hengawê; çalakvanên Kurd yên ji bajarê Banê Hoşyar Şabani û Omid Ahmedpur 2 hefteye ji aliyê wezareta Îstîxbarata Îranê de hatine girtin, kes ji derbarê rewşa wan û dahatûya wan de tiştekî nizane.

Malbatên wan ragihandine ku di ser girtina wan de 16 roj derbas bûye, kes rewşa wan nizane, kes nizane li ku derêne, ji malbatan re telefon nekirine û dewlet agahiyê nade malbat û parêzerên wan.

Di derbarê tenduristiya Şabanî de endîşe hene ji ber berya ew desteser bikin, bi sê ciyan li çîmên wî xistine û birîndar kirine.

Her dû Kurdên navborî di 20ê Tebaxa 2025an de li bajarê Banê li devera Kanî Sorê hatine girtin. Dema Şabanî ereba Ahmadpour dajot birîndar dibe û paşî ew xistin binçav. Ahmadpour jî piştî demekî hat girtin.

Şabanî di çalakiyên jibo desteka kolberên Kurd de gelek caran Îran ew girtiye, xistiye zîndanê û lê îşkence kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin