
Hengaw: Di meha Sibatê de 6 kolber hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn
.
A+A-
Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw amarên meha borî yên êrîşên pasdarên rejîma Îranê bi ser kolberên Kurd de û qurbaniyan eşkere kir.
Li gorî Hengawê di meha Sibata 2022yan de herî kêm 6 kolberên kurd hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.
Hengawê diyar kiriye, 11 kolberên birîndar bûne 5 ji wan bi guleya pasdaran birîndar bûne û 4 kes jî ji ber teqîna mînan birîndar bûne. Herwiha du kolber jî di rûdanên trafîkê de birîndar bûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin