Hemû kes divê "kumên" xwe dayne pêşîya xwe, li ser rewşa sîyasî a Bakûr baş bifikire.!

Hemû kes divê "kumên" xwe dayne pêşîya xwe, li ser rewşa sîyasî a Bakûr baş bifikire.!

.

A+A-

Xelîl Sîpan

Partî, rêxistin û rewşenbîrên Kurd û hemû kes divê "kumên" xwe dayne pêşîya xwe, li ser rewşa sîyasî a Bakûr baş bifikire.!

Kurdistan hatîye dagirkirin, ti partîkî tirk bi fermî hebûna miletê Kurd qebûl nake û hêjî di meclisa tirk a Enqerê da, zimanê Kurdî û wek zimanekî ne nas bi nav dikin.? Wekîlên ku Kurd in, wana jî wek tirk bi nav dike û li ser tirk bûnê sond dixwin...

Bingehê pirsa Kurd û Kurdistanê û çaraser kirina wî dîrek sîsetema dewletê va girêdaye. Gava ku sîstem nehat guhartin, ti pirsgirêkek nayê çareser kirin. Di program û di pratîk-polîtîka partîyên tirk da, guhartina sîstemê nîne. Ev 22 sal in AKPe desthilatdare û CHP partîyeke "opozîsyonê" ye û hemû biryarên hikumeta AKPê li hemberê Kurdan CHP piştgirî dayê. CHP ti projeke wî bo "demokrasî " û guhartina mekezagona tirk nîne û mekezagon 1924 an diparêze...Ji 1924an heta îro gelek desthilatdarî hatin û çûn, lê hemûyan sîstema dagirkerîyê a zilm û polîtîka nîkarkirina Kurd parastin û meşandin...

Piştî şerê duyem ji ber zextên navdewletî beşekî kemalîstan di 1946 DP (demokrat partî) avakirin û Celal Bayar bû serokê DP û di hilbijartinên 1950 da bû desthilatdar. DPê hinek Kurdên ku hatibûn sirgûn kirin û yên di serhildanan da cîh girtibûn kirin wekîl û ev polîtîka ji bo ku "Kurdan entegirê sîteme" bikin. Piştî wê pêvajoyê derbên leşkerî di Tirkîyê da dest pêkir û salên (1960/70/80)...Ti tiştek nehat guhartin, lê zilm û bişaftina li ser Kurd û Kurdistanê diha zêdetir bû û dom kir û dike...

Hilbijartin.?

CHP qaşo "opozîsyone" lê ti projeke wî ji bo pêşeroja Tirkîyê aborî û sîyasî nîne û partîyeke sîstemê ye, di hilbijartinan da bi "serketina" CHPê, ne ji ber polîtîka CHPê ye.! Pisgirêkên aborî di Tirkîyê da bandorek gelek mezin û xirab li ser jîna milet kirîye û dike, gel li dijî AKPê deng dane CHP e û ji bo Kurdan ti tiştek nayê guhartin.!

Stratejîyê "demokratîk kirina Tirkîyê" ji bo miletê Kurd defikek e û miletê Kurd berdêl û qurbanîyên mezin dan û dide, lê ti kevirek ji cîhê xwe naleyîze.? Partîyên tirk demokrat nînin û demokrasî di nav civat tirk da, wek parçekirin Tirkîyê dane fêhm kirin û ji bo wî ye di Tirkîyê da nîjatperestî roj bi roj zêde dibe... "Çepên" tirk marjînal in, ti têkilîk û giranîya wan di nav civata tirk da nîne û bi çepên tirk ra partî avakirin proja dewletê û Îmralîyê bû û ew polîtîka di pratîke da, bi hemû alîyan va derket holê û êdî îflaz kirîye.!

Guhatin û stratejîyek nûh pêwîst in.!!!

Divê Kurd di nav xwe û di sîyaseta xwe da guhartina çêbikin. Partîyên tirkan, ji çapan bigir heta rast û oldaran di pirsa Kurd û Kurdistanê da, ji hev zêde çûnatir nînin...Partîyên Kurdan stratejîyên wan li ser "demokratîk" kirna Tirkîyê ye û paşê çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê ye ev şaş e.!!! Partîyên Kurdan berê xwe dane Enqer e, lê beranberê polîtîka Kurdan muxtab nîne.!

Yekem divê Kurd di nav xwe da yekîtîkî xwe avabikin û wek terefê Kurd proja çareserîyê bidin pêşîya hikumata tirk û partîyên wan û di Kurdistanê da sîyasî îzolekirina partîyên tirkan divê bikin armanc. Polîtîkek wiha di asta navdewletî da jî destek dibîne û wê gavê dewleta tirk mecbûrî dibe, di pirsa Kurd û Kurdistanê da gavan bavêje. Pirsa Kurd û Kurdistanê bê dewletên navnetewî nayê çareser kirin û Başûr û Rojava li ber çava ne...

Miletê Kurd bi sala in ji bo azdî û rizgarîya Kurdistanê, berdêlan dide û serkeftin-serkeftin ya miletê Kurd û Kurdistanê ye.!!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin