Hêmin Hewramî: PDK û YNK li ser pêkanîna 4 lêjneyan li hev kirin

Hêmin Hewramî: PDK û YNK li ser pêkanîna 4 lêjneyan li hev kirin

.

A+A-

 Cîgirê seroka parlementoya Kurdistdanê ragehand, PDK û YNK li ser pêkanîna çend lêjneyan bo çareserkirina çend meseleyên girîng li hev kirine.

Cîgirê seroka parlementoya Kurdistanê, Hêmin Hewramî li ser civîna duhî ya PDK û YNKê daxuyanî da û ragehand, di civînê de her du partî li ser pêkanîna 4 lêjneyan li hev kirin.

Hêmin Hewramî behsa naveroka lêjneyan jî kir û got, lêjneyek bo wê yekê ye da ku amadekarî bê kirin li Bexdayê bi rengekî yekgirtî gotûbêj bê kirin. Lêjneyek bo nirxandina rewşa ewlehiyê ya deverên sînorî û hemahengiya ligel hikûmeta Iraqê û rûbirûbûna DAIŞê ye.

Bi gotina Hêmin Hewramî, lêjneyek bo çareserkirina pirsgirêkên komîsyona hilbijartinan, qanûna hilbijartinan û mijara Destûrê û yek jî bo lihev têgehîştin û karên hevbeş yên her du partiyan pêk hatiye.

Cîgirê seroka parlementoya Kurdistanê anî ziman ku beriya niha hinek alî li ser mijara Destûra Herêma Kurdistanê germ bûn lê niha sar bûne.

Li ser hilbijartinên Kurdistanê jî Hêmin Hewramî got, dema parlementoya niha roja 6 Mijdara sala 2022 xilas dibe ji ber wê jî divê beriya wê roja hilbijartinan were destnîşankirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin