Helwesta Amerîkayê li ser girtina Rûdawê li Rojava

Helwesta Amerîkayê li ser girtina Rûdawê li Rojava

.

A+A-

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê girtina ofîsa Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Amerîka piştgiriyê li azadiya rojnamevanî, selametiya rojnamevanan û karmendên medyayê yên li hemû cîhanê dike.”

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka derbarê qedexekirina karê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê bersiva pirsa Rûdawê da.

Girîngiya medyaya serbixwe

Ew Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka di bersiva xwe de li ser vê mijarê tekez dike, “Rojnamevaniya azad û serbixwe ji bo hebûna hikûmeteke tendirust pêwîst e.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, “Medyaya azad û serbixwe alîkar e ji bo ku welatî bikaribe biryara piştrast bi zanyariyan bide û berpirsan jî rûbirûyî berpirsiyariyê dike.”

Di dewama bersiva xwe de ew Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan dike, “Amerîka piştgiriya azadiya rojnamevanî, selametiya rojnamevanan û karmendên medyayê dike.”

Fermangeha Ragihandinê ya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê roja Şemiyê, 05/02/2022, ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo girt û hemû karên wê qedexe kir û îddîa kir ku “Rûdaw hewl dide wêneyekî neşêrîn ê dezgehên Rêveberiyê Xweser nîşan bide.”

Rûdawê li hember wê biryarê tekez kir, “Tora Medyayî ya Rûdawê vê biryarê wek biryareke bi temamî siyasî dihesibîne û wek tawanekê li hember azadiya karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê dibîne.”

Karvedanên girtina ofîsa Rûdawê

Girtina ofîsa Rûdawê û qedexekirina karê wê li Rojavayê Kurdistanê karvedaneke zêde li pey xwe anî û Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, di daxuyaniyê de ew biryar şermezar kir û ragihand ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi hinceta `binpêkariyên rênimayan` bi hêzê hatiye girtin.

Rêxistina JASANA ya ji bo Azadiya Ramanê jî diyar kir, girtina Rûdawê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve “ne li gor prensîpa azadiya rojnamevaniyê ye li vê parçeyê Kurdistanê ku xelkê wê zêdetir ji sedsalî qurbaniyê nebûna azadî û demokrasiyê bûye, di demekê de hebûna pirîtiya medyayî li her welatekî bingeha sereke ya her sîstemeke demokrasiyê ye.”

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê biryara girtina ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şermezar kir û ragihand ku bi wê biryarê derket holê ku Rêveberiya Xweser nikare tehemilê karekî rojnamevanî bike ku eger ne bi dilê wan be û naxwaze agahiyên li ser wê herêmê bighêjin cîhanê.

Komîteya Parastina Rojnamevanan jî girtina ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û îşkencekirina tîma Rûdaw şermezar kir û diyar kir, rêgirîkirina karê medyayê, azadiya rojnamevanî û azadiya raderbirînê li gel wê daxwaza Rêveberiya Xweser hev nagirin ku behsa damezrandina sîstemeke demokratîk dike.

Ji destpêkê û heta roja 5ê vê mehê ku Rêveberiya Xweser biryara rawestandina karê Rûdawê da:

6 caran ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên rasterast hatiye

2 peyamnêrên Rûdawê hatine derxistin

3 karmendên Rûdawê rastî lêdanê hatine

7ê kanûnê Asayişê tevahiya karmendên Rûdawê girtin

Gefa Kuştinê li tevahiya karmendên Rûdawê hatiye xwarin

`Biryar nikare Rojava û Rûdawê ji hev cuda bike`

Herwiha Rûdawê soza berdewambûnê da xelkê Rojavayê Kurdistanê û ragihand, “Em xelkê Rojavayê Kurdistanê jî piştrast dikin ku ev biryar bi tu awayî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê ji veguhastina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê rawestîne û nikare Rojavayê Kurdistanê û Rûdawê ji hev cuda bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin