Helbestvana navdar Mizgîn Hesko çû ser dilovaniya xwe

Helbestvana navdar Mizgîn Hesko çû ser dilovaniya xwe

.

A+A-

Helbestvana navdar a ji Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Heskoyê koça dawî kir.

Helbestvana navdar a ji Rojavayê Kurdistanê Mizgîn Heskoya ku 14 dîwanên helbestan pêşkêşî wêjeya Kurdî kiribûn koça dawî kir.

Mizgînê şeva borî li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê ji nav me bar kir.

Helbestvan Mizgîn Hesko sala 1973yan li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûbû û malbata wê xelkê Tirbespiyê ye.

Ew ji sala 1992yan ve li Almanyayê dijiya û dayîka sê zarokan bû.

Mizgîn Hesko helbesta xwe ya yekem piştî Kîmyabarana Helebceyê bi zimanê Kurdî nivîsîbû.

Ew helbestvaneke çalak bû û bi berdewamî beşdarî çalakiyên wêjeyî yên li Diyasporayê dibû.

Mizgînê ji bo xebat û keda xwe sala 2022yan Xelata Seydayê Tîrêj wergirtibû.

Penceşêr û têkoşîn û xebat

Wê zêdetirî 3 salan li dijî penceşêrê têkoşîn kir û dema ku nexweş jî bû ji ziman, wêje û gelê xwe re xizmet kir.

Nivîskar û helbestvana Kurd Mizgîn Heskoyê tebaxa par pirtûka xwe ya 14an weşandibû.

Pirtûk bi navê “JI RISTEZARA ELINDÊ” ye û ji 129 rûpelan pêk tê.

Mizgîn Hesko di fîçereke berê ya Rûdawê de bi wêrekî behsa têkoşîna xwe ya li dijî nexweşiya penceşêrê kiribû û wê demê jî hêviya xwe ya ji bo jiyanê û berdewamkirina nivîsandinê anîbû ziman.

Mizgîn Heskoyê sala 2023yan jî 2 dîwanên nû belav kiribûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin