Hejmara qurbaniyên topbarana Tirkiyê li ser Zaxo gihîşt 8 kuştiyan

Hejmara qurbaniyên topbarana Tirkiyê li ser Zaxo gihîşt 8 kuştiyan

.

A+A-

Artêşa Tirkiyê navçeyeke geştiyariyê li nêzîkî gundê Perexê yê Zaxo de topbaran kir.

Li gor agahiyên K24ê li Zaxo ragihand, di encama topbarana Tirkiyê li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxo de, 8 kes hatin kuştin û 15ê kes birîndar bûn.

Îro piştî nîvro artêşa Tirkiyê navçeyeke geştiyariyê li nêzîkî gundê Perexê yê Zaxo de topbaran kir û di encamê de 8 kes hatin kuştin û 15ê kes birîndar bûn.

Qeymeqamê Zaxo ji K24ê re diyar kir, di êrîşê de hejmarek geştiyarên ku ji bo serdanê ji navarasta Iraqê hatibûn herêmê, hatin kuştin û birîndarkirin ku di nava wan de zarok û jin hene.

Ji aliyê din ve Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxo Guhdar ji K24ê re got: Şerê artêşa Tirkiyê û PKKê de bûye sedem ku ziyanên mezin bigihin navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, hejmarek ji sivîlan bûne qurbanî û gelek gund vala bûne.

Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxo got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewam ragihandiye ku ev navçe, navçeyên geştiyariyê ne û xelk ji bo seyranê tên van deveran, ev tiştî bûye jî, karekî dijminkarane ye ku mixabin hejmarek kes bûne qurbanî.”

Çavlanî / K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin