Hejmara Pêketîyên COVID-19 li Cîhanê ji 25 Mîlyon Derbaz Dibe

Hejmara Pêketîyên COVID-19 li Cîhanê ji 25 Mîlyon Derbaz Dibe

"Worldometer" ya malpera înternetê ya ku agahiyên di derbarê vîrusa korona berhev dike, îro Duşemê ragihand ku li tevahîya cîhanê hejmara pêketîyên vîrusa korona (COVID-19) ji 25 mîlyon û 413 hezar û 601 an, derbas bûye.

A+A-

 

Herwiha heta niha li tevahîya cîhanê 851 hezar û 78 kes jiber nexweşîya COVID-19 jiyanên xwe hinda kirine.

17 mîlyon û 723 hezar û 289 pêketîyên vîrusê jî, ji nexweşîyê sax bûne. Di asta gerdunîde derman kirina 6 mîlyon û 839 hezar û 234 kesên ku niha jiber vîrusê nexweş ketine, berdewam dike. Amerîka Welatê herî zêde pandemîk lê belav bûye û kes lê mirin e.

Li gor pêzanînên Zanîngeha John Hopkinsê ya îro Duşemê hejmara bûyerên vîrusa korona li Amerîka gehiştiye 6 mîlyon û 175 hezar û 8 an. Herwiha heta niha 187 hezar û 227 kes jî jiber heman vîrusê mirine.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 250 hezarî zêdetirê pêketiyên COVID-19 lê hene ev in:

"Brezîlya (3 mîlyon û 862 hezar û 311), Hîndistan (3 mîlyon û 624 hezar û 613), Rûsya (995 hezar û 319), Peru (647 hezar û 166), Afrîkaya Başûr (625 hezar û 56), Kolombîya (607 hezar û 938), Meksîka (595 hezar û 841), Îspanya (455 hezar û 621), Şîlî (409 hezar û 974), Arjantîn (408 hezar û 426), Îran ( 373 hezar û 570), Îngîltere (334 hezar û 467), Erebistana Suudî (314 hezar û 821), Bangladeş (312 hezar û 996), Pakîstan (295 hezar û 849), Fransa (277 hezar û 943), Tirkîyê (268 hezar û 546) û Îtalya (268 hezar û 218)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbaz dike jî wiha ne: "Brezîlya (120 hezar û 896), Meksîka (64 hezar û 158), Hîndistan (64 hezar û 646), Îngîltere (41 hezar û 499), Îtalya (35 hezar û 477), Fransa (30 hezar û 606), Îspanya (29 hezar û 11), Peru (28 hezar û 788), Îran (21 hezar û 462), Kolombîya (19 hezar û 364), Rûsya (17 hezar û 93), Afrîkaya Başûr (14 hezar û 28) û Şîlî (11 hezar û 244)."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin