
Hejmara bêkaran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diyar bû
.
Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku di çarîka yekem a 2022ê de li gor heman dema sala borî rêjeya bêkaran ji %0.1 zêde bûye û hejmara bêkaran jî 50 hezar kesên zêde bûye. Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên bêkariyê yên çarîka yekem a 2022ê eşkere kirin.
Li gor amarên TUIKê di çarîka yekem a 2022ê de bi zêdebûna rêjeya ji %0.1ê rêjeya bêkariyê derketiye ji %11.4an û bi zêdebûna 50 hezar bêkaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara giştî ya bêkaran gehiştiye 3 milyon û 845 hezar kesan.
Herwiha li gor amarên lêkolîna hêza kar a endamên malbatê hejmara bêkarên temenê wan 15 sal û jortir e, di çarîka yekem a 2022ê de li gor heman dema sala borî 50 hezar kes zêde bûne û hejmara bêkaran gehiştiye 3 milyon û 845 hezar kesan. Li gor amaran tê texmînkirin ku rêjeya mêrên bêkar ji sedî 10.2 û rêjeya jinên bêkar jî ji sedî 13.7 e.
Li aliyê din li gor lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR) di Adara 2022ê de hejmara kesên bêkar li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 milyon û 356 hezar kes bû.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin