HDP di doza girtinê de parastinê nake

HDP di doza girtinê de parastinê nake

.

A+A-

 Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 9ê Nîsanê ragihand, di doza girtinê de ya ku dê 11ê Nîsanê birêve biçe parastina devkî nake.

Pêvajoya doza girtina HDPê li Dadgeha Destûrê berdewam e, dihat çaverêkirin, roja 11ê Nîsana 2023an rûniştina dozê bê kirin û parêzer û berpirsên HDPê bi devkî parastina xwe bikin. Piştre jî dê Dadgeha Destûrê rojekê diyar bike û derbarê girtinê de biryara dawî bide.

HDPê di meha Adarê de bi armanca paşxistina rûniştina doza girtinê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû, lê daxwaza HDPê hatibû redkirin.

HDPê îro 6ê Nîsanê ragihand, “Roja parastina devkî ku Dadgeha Destûrê diyar kiriye, destwerdana di hilbijartinê serbest û dadmend de ye. Li hemberî vê helwêsta Dadgeha Destûrê em roja 11ê Nîsanê parastina devkî nakin.”

HDPê ragihand ku di dema propaganda û xebatên hilbijartinê de ne pêkan e, ku bikaribin parastina devkî bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin