HAT NÛKIRIN - Êrişa Îranê ya dijî Îsraîlê dest pê kir

HAT NÛKIRIN - Êrişa Îranê ya dijî Îsraîlê dest pê kir

.

A+A-

Televîzyona fermî ya hikûmeta Îsraîlê KANN ragihand ku êrişa Îranê ya bi dronan li dijî Îsraîlê dest pê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ragihand ku sîstema berevaniya ya welatî wî ji her êrişa asmanî ya Îranê re amade ye.

Li Konsulxaneya Îranê ya Şamê di êrişekê de 7 efser û şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Heta niha Îsraîlê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye lê berpirsên Îranê dibêjin, ew êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin û gefa tolhildanê dixwar.

“50 heta 100 dronen kamîkaze hatine bikaranîn”

Televîzyona fermî ya hikûmeta Îsraîlê KANN ragihand ku êrişa Îranê ya dihat çaverêkirin bi dronan dest pê kir.

KANN diyar kir ku di êrişê de di navbera 50 heta 100 dronen kamîkaze hatine bikaranîn.

“Me dijî Îsraîlê êriş da destpêkirin”

Supay Pasdaran a Îranê  ragihand ku bi dehan mûşek û dronan li dijî Îsraîlê operasyon dan destpêkirin.

Li gor televîzyona dewletê ya Îranê, Supay Pasdaran a Îranê  daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên asmanî wekî bersiva êrişa Îsraîlê ya li konsulxaneya Îranê ya li Sûriyeyê, bi dehan dron û mûşekan li hin hedefên li axa rejima siyonîst xist."

Li Îsraîlê kabîneya şer civiya

Li Îsraîlê piştî ku Îranê bi dronan êriş da destpêkirin kabîneya şer civiya. 

Kabîneya şer bi serokatiya Serokwezîr Binjamîn Netanyahu li Tel Avîvê civiya.

Di civînê de êrişa ku Îranê bi dronan da destpêkirin tê axaftin. 

Di wêneya ku derbarê civînê hat weşandin Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, endamê Kabîneya Şer Benny Gantz û Sererkan Herzî Halevî jî amade xuya dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişa Îranê ya li ser welatê wî de daxuyaniyek da.

Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyî de got:

"Welatiyên Îsraîlî di van salên dawî û heta van hefteyên dawî de jî xwe ji îhtimala êrişeke rasterast ji Îranê re amade dikin.

Sîstemên me yên parastinê hatine bicihkirin. Em hem ji her cure senaryoyan re, hem ji parastin û hem jî ji êrişê re amade ne.

Netanyahu spasiya Amerîka û Brîtanya û Fransayê kir

Dewleta Îsraîl bi hêz e, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê bi hêz in, gelê me bi hêz e."

Netanyahu spasiya piştevaniya Amerîka û Brîtanya, Fransa û gelek welatên din kir û got:

“Min prensîbek çêkir, kî zerer bide me, em jî dê zererê  bidin wan.

Em dê li hemberî her cure gefan xwe biparêzin. Em dê vê yekê bi aramî û bi biryar bikin.”

“Îranê bi dehan dron şandin Îsraîlê”

Dronên ku Îran ber Îsraîlê ve dişîne di ser Îraqê re derbas dibin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand ku bi dehan dronên Îranê ber bi Îsraîlê ve diçin.

Daniel Hagarî diyar kir ku ew amade ne dema ku dron gihiştin Îsraîê wan bixin xwarê.

Biden li Odeya Operasyonan bi Tîma Asayîşa Neteweyî re dicive

Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden dê derbarê aloziyên li Rojhilata Navîn li odeya operasyonên Koşka Spî bi berpirsên Tîma Asayîşa Neteweyî re bicive.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de da zanîn ku Şêwrimendê Encûmena Neteweyî Jake Sullivan û Alîkarê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî Jon Finer Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji êrîşan Îranê yên li Îsraîlê agahdar kiriye.

 Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn sefer û betlaneya xwe ya heftane ya li eyaleta Delawareyê betal kir.

Joe Biden bilez vegeriya Washingtonê.

Herwiha Koşka Spî eşkere kir ku Joe Biden dê bi tîma Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê re bicive û rewşa ewlehiyê û aloziyên li Rojhilata Navîn bi wan re gotûbêj bike.

Îran: Êrişa me ya yekem bi dawî bû

Balyozxaneya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku qonaxa yekem a êrişa li ser Îsraîlê bi dawî bû û nabe Amerîka destêwerdanê di nakokiyan de bike.

Balyozxaneya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser hesabê xwe yê Xê got:

"Li gorî me bûyer bi dawî bû. Eger Îsraîl xeletiyeke din bike û bersivê bide dê helwesta me pir tundtir be.

Ev nakokî di navbera Îran û Îsraîl de ye û divê Amerîka destwerdanê neke.”

Balyozxanaya Îranê her wiha got:

“Operasyona leşkerî ya Îranê li ser esasê madeya 51ê ya peymana parastina xwe ya Neteweyên Yekbûyî, bersivek bû li hemberî êrişa rejîma siyonîst a li navendên me yên dîplomatîk ên li Şamê bû.

Niha mijar dikare were girtin."

 

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin