Hakan Yaşar: Amed Kurdistane, ne Parîs e

Hakan Yaşar: Amed Kurdistane, ne Parîs e

.

A+A-

Şêwekarê kurd Hakan Yaşar piştî Stenbolê pêşangeha xwe ya wêneyan ya bi navê “Her mirovek cîhanek e, li Amedê jî vekir.

Hunermend Hakan Yaşar ku bixwe kurdekî ji Anatolia Navîn e, lê ev 32 sal e li Norwêcê dijî, di van rojên derbasbûyî de tevî berhemên xwe yên nuwaze li Amedê bû. Hakan Yaşar ku bi qebiliyet û teknîka xwe hêdî hêdî dibe hunermendekî cîhanî û ji gelek welatan eleqeyek mezin bo wî peyda dibe, diyar dike ku her çiqasî ew li Konyayê  hatibe dinê û pişt re çûbe Norwêcê jî wî her tim xwe weke xelkê Amedê hesibandiye.

Hakan Yaşar ji Rûdawê re diyar kir ku wî her daxwaz dikir ku li Amedê jî pêşangeh veke û ev daxwaza wî bi cîh hat.

Yaşar got: “Ev cara ewil e, ez têm Amedê. Dibêjin Amed Parîs e, lê ji bo min ew Kurdistan e, axa min e. Min xwest li Kurdistanê pêşangeha xwe vekim û xelkê xwe bibînim û ew jî min bibînin.”

Sêwekarê Kurd anî ziman ku ew dê piştî du salên din dîsa vegera Kurdistanê û li herçar parçeyên Kurdistanê pêşangehên xwe veke û got jî, hunera wî fîguratîf e û ji bo vê jî pêwîstiya wî bi demê heye.

Yaşar da zanîn ku piştî Amedê ew dê pêşangeha xwe li Norwêcê jî veke û ji ber wê her çend bixwaze jî nikare zêde li Amedê bimîne û got: “Piştî Norwêcê jî ez dê ji bo pêşangehê herim Amerîkayê. Piştî vê jî dixwazim derbarê çand û dîroka Kurdan de wêneyan çêkim. Wê demê ez dê serdana her çar perçeyên Kurdistanê bikim û pêşangeheke mezin vekim. Ji bo vê jî min pêwîst bi dem heye. Ev pêşangeh ji xebatên min ên 33 salayan pêk tê.”

Karên Hakan zêdetir fîguratîf in, ji bo vê jî dibêje, şopên jiyanê ên li ser serûçavê mirovan bala wî dikşînin, ji bo vê jî zêdetir karê fîguratîv dike. Di her karekî wî de serûçavekî cuda hebe jî di rastiyê de ew bixwe ye û peyam jî jiyana wî ye.

Şêwekarê kurd li qesra Zerzevanê di 24 Mijdarê de pêşangeha xwe vekir û pêşangeh doh bi dawî bû. Li gor Hakan Yaşar li qesra Zerzevanê rojane 1500 kesî seredana pêşangeha wî kirin.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin