
Hakan Fîdan li ser YPG û Şamê axivî
.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, her çend ew sedî sed ji madeyên Peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de ne razî bin jî eger YPG û hikûmeta Sûriyeyê li ser wê rêkeftinê li hev bikin dê baş be.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Romaya paytexta Îtalyayê, di konferanseke ku ji aliyê Enstîtuya Pêwendiyên Navneteweyî (IAI) ve hatibû sazkirin de derbarê mijarên di rojeva herêm û cîhanê axivî.
Fîdan diyar kir ku derbarê bûyerên li Sûriyeyê de nirxandinên wan hene û got:
"Em di wê baweriyê de ne ku eger (YPG) karibe bi hikûmeta Şamê re li hev bike, dê ev yek baş be, ji ber ku wan 10ê Adarê rêkeftinek îmze kiribû.
Her çend em sedî sed ji xalên wê ne razî bin jî bi giştî, eger her du alî jî pêbendî wê bibin, em difikirin ku ev dê baş be."
“YPG xwe giran dike”
Hakan Fîdan daxuyand ku ew niha dibînin YPG di bicihanîna rêkeftinê de li paş dimîne û got:
"Ew di bipêşxistina rêkeftina xwe ya bi hikûmeta Şamê re xwe giran dike.
Ez difikirim ew niha hêvî dikin ku ji krîza ku Îsraîlê li Sûriyeyê derxistiye ji bo xwe derfetan biafirînin.
Ew wisa difikirin ku eger pêleke nû ya nearamiyê li Sûriyeyê derkeve, dibe ku ev ji bo pêşeroja wan baştir be.
Niha em dibînin ku gelek endamên PKKyê yên ji Îraq û Îranê bi YPGyê re kar dikin.
Ew ne ji bo Sûriyeyê, ji bo şerê li dijî me li wê derê ne. Ji ber vê yekê, heta ku ev gef hebin, em nikarin ji rewşê razî bin û divê em tedbîrên pêwîst werbigirin.
Wekî ku min got, niha em şansekî didin hem Şamê û hem jî YPGyê ku pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Dema em vê dikin, em li bendê ne ku ew hem beşdarî aramiya giştî ya Sûriyeyê bibin hem jî fikarên me yên ewlehiyê ji holê rakin.
Ji bo ku em bigihîjin vê armancê, em hemû amûrên di destê xwe de bi rêyên aştiyane bi kar tînin.
Lê ducare dikim, tiştê ku em li vir xizmeta wê dikin, ewlehiya me ya neteweyî ye. Eger kar ber bi xerabiyê ve biçin, dibe ku alternatîveke din nemîne."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin