HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK: Em êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin

HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK: Em êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin

.

A+A-

HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê ji bo protesto kirina êrîşên li ser kurdên Helebê û piştgirîya serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê roja 10.01.2026ê li Amedê, li Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat civîna çapemenîyê li dar xistin.

Di destpêka civîna çapemenîyê de Serokê PSKyê Bayram Bozyel di derbarê armanca vê civînê de kurte axaftinek kir.

Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay kurdîya daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê xwend. Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Mustafa Okumûş jî tirkîya daxuyanîya hevbeş xwend.

1768040609-kurdistan24.jpg

Li gel endam û rêvbirên HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWKyê li xwarê ye.

Em êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin

Em piştgirîya serîhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin

Em êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê şermezar dikin.

Hêzên leşkerî yên girêdayî Rêvebirîya Şamê çend roj in bêyî ku cudahîyê bixin navbera sivîl û leşkeran taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in topbaran dikin, êrîşên dijminane pêk tînin.

Di encama van êrîşan de gelek kuştî û birîndar hene.

Rêvebirîya Şamê bi hişmendîya nîjadperestî, şowenî ya erebî, bi van êrîşan dixwaze demografîya Helebê biguherîne û rê li komkujîya gelê Kurd vedike.

Êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên kurdan ên Helebê, ceribandina ji holê rakirina destkeftîyên kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêk anîna sîyaseta dewleteke unîter, totaliter, erebî ye.

Êrîşên Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên kurdan ên Helebê, destpêka rê li ber girtina, statuyeke Rojavayê Kurdistanê ye; destpêka rê li ber girtina azadî, demokrasi, edalet, pir rengî û wekhevîya hemû pêkhateyên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî yê li Sûrîyeyê ye.

Êrîşên komên çekdar yên girêdayî Rêvebirîya Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku piranîya wan kurd in, êrîşên terorî ne, em van êrîşan şermezar dikin.

Em bangî Hevpeymanîya Navdewletî, saziyên navdewletî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin da ku demildest rê li ber van êrîşên Rêvebirîya Şamê bigrin.

Em bangî dewleta Tirkîyê dikin da ku dev ji piştgirîya hêzên nîjadperest û tundrew yên li Suriyê berde û siyaseta dijê Kurd biterikîne.

Hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê divê van êrîşên hêzên tundrew yên li ser taxên kurdan ên li Helebê bi helwesteke yekgirtî şermezar bikin, divê li doza gelê me yê Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin, piştgirîya wan bigrin.

Em bangî Rêvebirîya Xweser û hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku li gorî çerçoweya Konferansa Qamişloyê ya ku roja 26ê Nîsana 2025ê li dar ketibû tevbigerin. Ji bo berjewendî û bidestxistina mafên neteweyî, demokratik yê gelê me Rojavayê Kurdistanê divê Heyeta Temsîlî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatibû qebûl kirin zêdetir çalak bibe û temsîla Rojavayê Kurdistanê bike.

Wek HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK, em bi hemû hêza xwe piştgirîya têkoşîna gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ya ji bo sîstemeke federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer û têkoşîna hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, dînî, mezhebî, civakî ya hemû gelên Sûrîyeyê dikin.

Em piştgirîya serîhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin

Ji 28ê çileya pêşîna 2025ê heta îro, gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, li himberî zilm û zordarîya Rejîma Îslamî ya Îranê serîhildaneke girseyî berdewam dikin.

Çalakîyên ku li Tehranê bi daxwazên aborî dest pê kirin, bi beşdarîya jinan, ciwanan û beşên herî fireh yên civakê, di qonaxa îro de gihiştine asteke serhildanê ya li dijî rejîmê.

Di encama êrîşên Dewleta Îranê de yên li dijî vê serhildan û berxwedana azadîyê ya rewa, sivîl û aştîyane ya ku gelên Îranê, Rojhilatê Kurdistanê, Belûcîstan û gelên din dane destpêkirin; heta nuha nêzîkî 50 kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Aqûbeta kesên ku hatine binçavkirin nayê zanîn.

Rejîma Îslamî ya Dewleta Îranê bi dehsalan e li dijê gelên Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, zilm, zordarî, zext, îdam, komkujî û êrişê hovane didomine. Lê eşkere ye ku ev Rejîma Îranê ya serdemborî ku dijminê miletê Kurd û maf û azadiyên neteweyî, demokratîk ên gelan e, ketîye pêvajoyeke cidî ya rizîn û tunebûnê.

Serîhildan û berxwedana gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dê pêvajoya bidawîhatina Rejîma Îslamî ya Dewleta Îranê bileztir bike.

Em êrîşên bixwîn û komkujîyên Dewleta Îranê yên li dijî gelê sivîl şermezar dikin û divê ev êrîş demildest bên rawestandin.

Em bang li saziyên navdewletî, bi taybetî li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin ku ji bo rawestandina van zext û komkujiyên Dewleta Îranê, helwesteke bi bandor nîşan bidin.

Em bang li hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku bi şêweyekî hevbeş û bi bandor piştgirîya serhildana azadiyê ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên siyasî, sivîl û demokratîk ên cîhanê yên ku alîgirê aştî, azadî, demokrasi, mafê mirovan û dadperweriyê ne dikin ku li dijî van zext û komkujîyên Dewleta Îranê dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.

Bêgûman xala destpêkê ya azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê di yekrêzîya gelê me û tifaqa neteweyî, demokratîk ya partiyên siyasî de re derbas dibe. Em Navenda Dîyalogê ya ji bo Hevkarîya Partîyên Kurdistana Îranê ku ji 7 partiyên siyasî pêk tê, bi rêzdarî silav dikin.

Wek HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK, em bi hemû hêza xwe piştgirîya têkoşîna hemû gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî zilmê û zordarîyê dikin. Em piştgirîya têkoşîna azadîyê ya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê, piştgirîya têkoşîna hemû pêkhateyên neteweyî, etnîkî, dînî, mezhebî, civakî ya gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo sîstemeke federalî, demokratik, wekhev, azad û dadwer pêk were dikin.

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)

Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR)

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

612113184-3143739645832342-7107564343725897577-n.jpg614538171-3143739712499002-1838430062970901270-n.jpg614524214-3143739802498993-7356266466555805632-n.jpg613924996-3143740129165627-556825731066356352-n.jpg614058760-3143740475832259-5400875815167803727-n.jpg614324257-3143741105832196-6698725355349112635-n.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin