Guterres bo Putin: Ji bo mirovatiyê serbazên xwe vegerîne Moskowê

Guterres bo Putin: Ji bo mirovatiyê serbazên xwe vegerîne Moskowê

.

A+A-

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li New Yorkê di civîneke çapemeniyê de rica ji Putin kir ku şer rawestîne û serbazên xwe vegerîne Rûsyayê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres da zanîn ku di dîroka karê xwe de dema herî xembar derbas dike û got: “Ev tenê wêrankariyê li Ukraynayê çênake, tenê bo Rûsyayê tradejîk nabe.”

Antonio Guterres derbarê çêbûna karesateke mezin a mirovî û bilindbûna bihayê pişkan de li bazarên cîhanê hişyarî da, ku eger neramî çêbibe.

Guterres wiha axivî:  “Ev xembartirîn kar e di dîroka karê min de wek Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî. Min ev civîna Encûmena Asayîşê organîze kir daku daxwazê ji Putin bikim, ji dil jêre bêjim serbazên xwe rawewstîne ji derxistina şerekî li dijî Ukraynayê, derfetekê bide ji ber berê zêde xelk mirine. Di dema civînê de, Serok Putin operasyoneke serbazî li Donbasê ragihand, daxwaz ji serbazên Ukraynayê kir ku çekên xwe deynin, bo vê rewşa niha, divê daxwaza min bê guhertin. Daxwazê ji Putin dikim ku ji bo mirovatiyê serbazên xwe vegerîne Rûsyayê. Ji bo mirovatiyê nehêle ew şer li Ewropayê derkeve ku dibe ya herî xirab be ji dema ev sedsal hatiye. Derencam tenê bo Ukrayniyan wêrankar nabin, tenê bo Rûsan tradejîk nabe, lê bandorek dibe, em nikarin pêşbîniya derencamên wê bikin di warê bandora ser aboriya cîhanê de. Di demekê de ku vaye ji Coronayê rizgar dibin, pêdiviya gelek welatan bi demê heye bo vejandinê, gelekî gelekî giran dibe di demekê de ku bihayê petrolê bilind e û dawî li hinardekirina genim ji Ukraynayê tê û herwiha bihayê nirxan ji ber nearamiya bazarên cîhanê bilind dibe.”

Roja Duşembê 21ê Sibata 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşwazî li serokên herdû navçeyên Donetsk û Luhanskê yên Herêma Donbasê li rojhilatê Ukraynayê kir û bi fermî îtiraf bi serweriya wam herdû navçeyan kir, wek “Komara Gel a Serbixwe ya Luhansk” û “Komara Gel a Serbixwe ya Donetsk”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin