
Gunay Aslan: Meseleya Kurdan neteweyî ye, ne entegrasyon e
.
Rojnameger Gunay Aslan li ser mijara pêvajoya çareseriyê ya Pirsgirêka Kurdan got, “Meseleya Kurdan neteweyî ye, ne meseleyeke entegrasyonê ye.”
Rojnameger Gunay Aslan bû mêvanê Rûdawê û li ser pêvajoya çareseriyê, danîna çekan a PKKyê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Gunay Aslan diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê bi têgeha “Tirkiyeya Bêteror” hewl dide pirsgirêka Kurdan înkar bike û got, “Tiştê ku wan daniye ber Kurdan tasfiyekirin e.”
Aslan bal kişand ser cewhera pirsgirêkê û anî ziman ku dewlet naxwaze statuya neteweyî ya Kurdan qebûl bike lê dixwaze wan bike beşeke sîstem û rejîma heyî.
Gunay Aslan anî ziman, “Meseleya Kurdan neteweyî ye, ne meseleyeke entegrasyonê ye” û da zanîn ku armanca dewletê ne çareserî ye.
“Siyaseta dewletê sedema şer bû”
Gunay Aslan stratejiya dewletê ya niha şîrove kir û got, “Dewlet bi gotina Tirkiyeya Bêteror dibêje ku di nava pêvajoyê de Pirsgirêka Kurdan nîne.”
Aslan anî ziman ku şer ne ji ber Kurdan, ji ber polîtîkayên dewletê derketiye û êdî her kes ji vî şerî westiyaye û zerer dîtiye û da zanîn:
“Siyaseta dewleta Tirkiyeyê sedema şer bû.
Her kes ji şer bêzar bûye û şer zerer da her kesî.”
Li ser nêrîna navneteweyî jî Aslan amaje pê kir ku civaka navneteweyî dixwaze ev pirsgirêk çareser bibe û got, “Cîhan ji Tirkiyeyê re dibêje, pêvajo derfeteke dîrokî ye.”
Gunay Aslan li ser paşeroja pêvajoyê ne geşbîn e û diyar kir ku armanca dewletê ne avakirina aştiyeke mayînde, tasfiyekirina doza Kurdan û got:
“Ez bawer nakim ku di vê pêvajoyê de em bigihêjin aştiyeke mayînde.
Tiştê ku wan daniye ber Kurdan tasfiyekirin e.
Tirk dixwazin Kurdan bikin parçeyeke rejîmê.”
Pêvajoya çareseriyê û danîna çekan a PKKyê
Hikûmetê Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê wekî “çekdanîna PKKyê” û bidawîanîna “terorê” pênase dike.
Li aliyê din, DEM Partî û beşeke mezin a raya giştî ya Kurdan israr dikin ku pirsgirêk ne tenê danîna çekan e, Pirsgirêka Kurdan bi xwe ye ku divê bi rêyên siyasî û bi naskirina mafên neteweyî û çandî were çareserkirin.
Komeke gerîlayên PKKyê 11ê mehê li Şikefta Caseneyê yê Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.
Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û komeke gerîlayan cih girt.
Merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi dema Kurdistanê saet 11:25an dest pê kir û saet di 11:45an de bi dawî bû.
Di nava Koma Aştî û Civaka Demokratîk de Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş hebûn.
30 gerîlayên ku 15 jin, 15 jî mêr bûn û li pêşiya wan Besê Hozat û Nedîm Seven hebûn.
Piştî daxuyaniyê û axaftinan di serî de Besê Hozat gerîlayan çek û rextên xwe şewitandin.
Gerîla piştî ku çekên xwe şewitandin ji herêmê çûn û merasîm bi dawî bû.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin