Guhertina demografiyê li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar

Guhertina demografiyê li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar

.

A+A-

 Li Rojavayê Kurdistanê guhertina demografiyê gihîştiye asteke pir metirsîdar û rêjeya Kurdan li bajar û herêmên Kurdî pir kêm bû ye.

Bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê ketine ber pêleke guhertina demografiyê a metirsîdar. Di nav de bajarên ku berê xwerû Kurd bûn.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê wergirtine li Qamişloyê berî krîza Sûriyê, ji sedî 65-70 ji nişteciyan Kurd bûn, niha nêzî  ji sedî 40 Kurd mane.

Li Girkê Legê berî kirîza Sûriyê ji sedî 95 Kurd bûn, niha ji sedî 70 Kurd mane. Herwiha li Tirbespiyê berî kirîza Sûriyê ji sedî 58 Kurd bûn, niha ji sedî 35-40 Kurd mane.

Li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî jî, rêjeya kurdan gelekî kêmtir e.

Li herêmên Rojavayê kurdistanê yên dagîrkirî, ku piraniya xelkê wan ji neçarî koçber bûne, guhertina demografîk pir berfirehtir e

Yasanasê Efrînî, Hisên Naso ji Rûdawê re got, tenê ji sedî 20 ji nişteciyên Efrînê Kurd mane.

Yasanas Hisên Naso dibêje "Jêderên bi ser hêzên çeteyan ji berî vê demekê amareke fermî belav kirin û tê de tekez dikin hejmara nişteciyên Efrînê bi tevahî îro derdora 435 hezar kes in, ji wan tenê 112 hezar Kurd in, yên din jî Tirkmen û Ereb in, ew jî tê wateya rêjeya Kurdan tenî îro ji sedî 20 li Efrînê mane û ji sedî 80 Tirkmen û Ereb in ên hatine bicihkirin di mal û milkên Kurdan ji bilî avakirina derdora bêhtirî 25 komelgehên niştecihbûnê yên modern ji aliyê Tirkiyê ve li seranserê axa Efrînê."

Derbarê Girê Spî jî, Dr. Îbrahîm Mislim ji Rûdawê re got Kurd bi temamî hatine derbiderkirin.

Akademisiyen Dr. Îbrahîm Mislim anî ziman "Kurdên ku ji Reqayê vegeriyane Girê Spî di navbera 70-100 hezar kesî de hebûn. Piştî ku Tirkiyê ketê Kurd tê de neman, tenê çend mal mane. Em dikarin wan malan li ser pêçiyan bijmêrin ji ber ku Kurd nikarin vegerin. Niha piraniya Kurdan nêzikî ji sedî 60 Kurdên Girê Spiyê li Eyn Îsayê di kampan de ne."

Ji Serê Kaniyê jî, Serdar Mela Dewîşê, Rêveberê Navenda Aso, ji Rûdawê re got, rêjeya Kurdan kêmî %5 maye.

Rêveberê Navenda Asoyê Serdar Mela Derwîş da zanîn "Hejmara xelkê Serê Kaniyê berî dagirkirina Tirkiyê bo Serê Kaniyê zêdeyî nîvî hebû di navbera ji sedî 50 heta sedî 60î bû. Bi rastî niha ji serê sedî belkû kêmî ji sedî 5 xelkê Serl Kaniyê nemane. Xelkê Serê Kaniyê derketin tenê zilamên mezin li Serê Kaniyê mane. Rewşa wan rewşeke zehmet e, rewşeke pir astengî tê de hene. Kesên mabûn jî derketin. Jiyan zehmet e ku li wê derê bijîn. Ji ber kesên ku anîne Serê Kaniyê kesên Ereb in ji bajarên wek Idlib û Hemayê ne."

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, Ereb û Tirkmenên ku li bajar û herêmên Kurdî niştecî bûne ji parzgehên din ên Sûriyê ne. Ew li şûna Kurdên koçber an jî koçberkirî cih digirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin