Guherîna demografiyê li Efrînê li dijî Kurdan berdewam e

Guherîna demografiyê li Efrînê li dijî Kurdan berdewam e

.

A+A-

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, komeleya bi navê Komeleya Destên Spî ya Kuweytî amadekariyan dike ji bo vekirina mêtîngeheke nû ya niştecîbûnê li gundê Besme yê ser bi nahiyeya Şêrawa ya Herêma Efrînê.

Ibrahîm Şêxo nîşan bi wê yekê da, armanc ji avakirina wê mêtîngehê ew e ku bibe cihê niştecîbûna malbatên hawirdekirî û malbatên çekdarên ser bi Tirkiyê ve.

Komeleya bi navê Komeleya Destên Spî ya Kuwêtî jî, li ser rûpela xwe ya fermî ya fecebookê ragihandiye: “Heşt avahiyên nû li gundê Besme hatine amadekirin, ji 125 şuqeyan pêk tên, û roja Sêşemê 29/03/2022an dema radestkirina wan şuqeyan e ji bo bêhtir ji 600 malbatê. Herwiha dirustkirina 6 avahiyên nû berdewam e.”

Ibrahîm Şêxo herwiha ji rûdawê re ragihand: “Ew mêtîngeha Besme li ser zeviyekê hatiye avakirin, xwediyê wê, welatiyê bi navê Ziyad Hebîb e, ji xelkê gundê Şadîre yê ser bi nahiyeya Şêrawa ye. Rûbarê wê bi 10 hezar metre çargoşe tê texmînkirin. Berê jî li wê zeviyê nêzîkî 150 darên zeytûnan hebûn, lê çekdaran ew dar hil kirin.”

Di heman çarçoveyê de, dema xwediyê wê zeviyê Ziyad Hebîb nerazîbûna xwe nîşan da û red kir ew mêtîngeh li nav zeviya wî bê dirustkirin, çekdarên grûpa bi navê Feyleq El-Şam gefa kuştinê lê xwarin.

Li gor zanyariyan, çekdaran ew (Ziyad Hebîb) neçar kirin ku bi bê beramber ji wan re sazişê bike ango dest ji zeviya xwe berde.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin