Grûpên çekdar li Efrînê kêlên goristanan didizin

Grûpên çekdar li Efrînê kêlên goristanan didizin

.

A+A-

Çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê û Erebên hawirde goristana gundekî Efrînê têk dane, da ku kevir û mermerên wê bidizin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye ku çekdar û Erebên hawirde goristana Ini-zlî ya gundê Dode yê li navçeya Meydana têk dane.

Li gorî heman rêxistinê, têkdana goristanê bi mebesta diziya kevirên mermer ên gorên miriyan e.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê berê jî, grûpên çekdar û Erebên hawirde, li goristanên gundên Şêx Urzê, û mezargeha Şêx Hemîd li Qestel Cindo û bi dehan mezargeh û goristanên din ên li herêma Efrînê têk dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin