Grûpên çekdar li Efrînê 7 welatiyên Kurd revandin

Grûpên çekdar li Efrînê 7 welatiyên Kurd revandin

.

A+A-

Grûpên Çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re, li herêma Efrînê a Rojavayê Kurdistanê 7 welatiyên Kurd revandin.

 Grûpên Çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re, li herêma Efrînê a Rojavayê Kurdistanê 7 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê ragihand, grûpên çekdar 7 welatiyên Kurd ji gundê Mereske yê ser bi Şeranê û gundê Gurzîle yê ser bi navçeya Şêrewa yên Efrînê revandin.

Rêxistinê destnîşan kiriye ku ew welatiyên Kurd bi tohmetên cuda ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

Herwiha eşkere kiriye, du welatiyên ku ji gundê Mereske hatine revandin, beriya niha jî hatibûn revandin û piştî dayîna pereyan bo grûpên çekdar, hatibûn berdan.

Li gor çalakvanên Efrînê, ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Herwiha çalakvan dibêjin, grûpên çekdar bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin